Li Efrînê çekdarekî grûpa Siltan Mûrad hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarekî grûpa Siltan Mûrad a girêdayî Tirkiyê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hate kuştin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja înê, çekdarekî grûpa Siltan Mûrad ku beşeke ji artêşa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê li nêzîk gundê Şera hatiye kuştin.

Li gor heman çavkaniyan heta nihane diyar e bê ka ew êrişa li dijî wî çekdarê Siltan Mûrad ji aliyê kê ve hatiye encamdan.

Grûpa Siltan Mûrad, grûpeke ku piraniya çekdarên wê Tirkuman in, û grûpa herî bêhtir girêdayî Tirkiyê ye.