Li Efrînê çekdarekî grûpa Siltan Mûrad hat kuştin

06-06-2020
RÛDAW
Hejmareke çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Efrînê (Wêne: AP)
Hejmareke çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Efrînê (Wêne: AP)
Nîşan Siltan Mûrad Efrîn Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarekî grûpa Siltan Mûrad a girêdayî Tirkiyê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hate kuştin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja înê, çekdarekî grûpa Siltan Mûrad ku beşeke ji artêşa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê li nêzîk gundê Şera hatiye kuştin.

Li gor heman çavkaniyan heta nihane diyar e bê ka ew êrişa li dijî wî çekdarê Siltan Mûrad ji aliyê kê ve hatiye encamdan.

Grûpa Siltan Mûrad, grûpeke ku piraniya çekdarên wê Tirkuman in, û grûpa herî bêhtir girêdayî Tirkiyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst