Tometbarên şewitandina genimê cotkarên Pirdê hatin berdan

06-06-2019
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Teqteqe Cotkarên Kurd Şewata genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmena nahiyeya Pirdê ragihand, ew herdu gencên bi tometa şewitandina genimê cotkaran li gundê Pelkane û Qere Salim hatibûn girtin, hatine azadkirin.

 

Serokê Encûmena Nahiyeya Pirdê ya ser bi Kerkûkê ve Mihemed Nadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, li her yek ji gundê Pelkane li aliyê Kerkûkê û gundê Qere Salim li aliyê Teqteqê, roja çarşemiyê agir bi dexl û danê cotkaran ket.

 

Mihemed Nadir da xuyakirin, cotkarên deverê jî bi gumana ku genimê wan şewitandine, du genc li herdu cihan girtibûn.

 

Nadir da xuyakirin, piştî ku hêzên ewlehiyê lêkolîn bi wan re kirin, herdu genc hatine berdan.

 

Mihemed Nadir got, ew genc xelkê nahiyeya Pirdê bûn û di lêpirsînê de gotine ku ti peywendiya wan bi agirê ku bi genimê cotkaran ketiye, tune ye.

 

Serokê Encûmena Nahiyeya Pirdê herwiha diyar kir, ew genc ku mator bi wan re hebûn, ji bo xweşiyê çûbûne wê navçeyê, lê xelkê şaş fêm kiribûn û li wan dabûn û ew girtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst