Binali Yildirim ji bo dengên Kurdan serdana Amedê kir

06-06-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Binali Yildirim Amed Deng Kurd Stenbol Hilbijartin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Berbirêjê AK Partî yê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Bînalî Yildirim ji bo ku di hilbijartinên 23ê Hezîranê yên Stenbolê de bikaribe dengê Amediyan û dengê Kurdan wergire îro serdana Amedê kir. Yildirim, ji Amediyan xwest bo jiyaneke baştir ji nasên xwe yên Stenbolê re bêjin bila dengê xwe bidin wî. Rêveberên HDPê yên Amedê jî dan zanîn ku Bînalî Yildirim sed caran bê Amedê jî Kurd dê li gorî berjewendiyên xwe deng bidin û Kurd dê deng nedin ew kesên ku zarokên Kurdan dikujin.

 

Ev çend roj bûn li Amedê hemû amadekarî ji bo serdana Berbijêrê Şaredariya Stenbolê Bînalî Yildirim dihate kirin.

 

Bînalî Yildirim di siyaseta Tirkiyeyê de kesekî wisa ye ku wezîrtî kiriye, serokwezîrî kiriye, serokatiya parlamentoyê kiriye û niha jî berbijêrê şaredariya Stenbolê ye. Ji ber vê yekê hatina wî ya bo Amedê rojeva sereke ya Kurdên Bakurê Kurdistanê bû.

 

Ji ber ku bajarê Stenbolê bajarê herî mezin ê kurdnişîn e, pêdiviya Bînalî Yildirim bi dengên Kurdan heye. Ji ber vê yekê jî li Amedê di destpêka axaftina xwe de çend gotinên Kurdî bi kar anî.

 

Paşê bi zimanekî tund PKKê rexne kir lê berevajî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ku digot "li vir Kurdistan tune ye", bal kişand ku li parlamentoya yekemîn a Tirkiyeyê parlamenter bi navê parlamenterên Kurdistanê û Lazistanê dihatin binavkirin. Ji Kurdên Stenbolê û bi taybetî ji amediyên ku li Stenbolê dijîn daxwaza dengan kir.

 

Bînalî Yildirim  got: “Stenbol kurteyeke Tirkiyeyê ye xwîşk û birayên ezîz. Dema dibêjin Stenbol Tirkiye tê bîra mirovan. Li Stenbolê nêzî 250 hezar Diyarbekirî dijîn. Ez dixwazim hûn di hilbijartinên 23ê Hezîranê de wisa bikin ku em cejneke din pîroz bikin. Ji ber vê yekê ji nas û dostên xwe yên ku ji Stenbolê bo bînvedana cejnê hatine Diyarbekirê re bêjin, bila muheqeq beriya hilbijartinê vegerin Stenbolê û dengê xwe bi kar bînin.”

 

Li gorî amarên fermî li Stenbolê 217 hezar Amedî dijîn ku ji wan 150 hezar kes mafên wan ên dengdanê hene. AK Partî ferman daye hemû rêveberên xwe ku li Amedê ji bo hilbijartinên Stenbolê mal bi mal bigerin û xebata hilbijartinê bimeşînin.

 

Serokê AK Partiya Amedê Serdar Budak ji Rûdawê re ragihand: “Niha em bi riya telefonê yek bi yek li xelkê digerin û dixwazin dengê xwe bidin me. Lê çend roj piştre em ê rû bi rû bi komele û saziyên amediyan ên Stenbolê re hevdîtinan bikin. Ez jî ji bo vê xebatê di 8ê mehê de diçim Stenbolê.”

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî berevajî AK Partiyê kar dike. Ew ji bo têkbirina tifaqa Cumhur kar dikin. Li gorî HDPiyan Bînalî Yildirim û hemû  giregirên AK Partiyê jî bên serdana Amedê, Kurd dê dîsa bi ya xwe bikin û guh nedin van serdanan.

 

Serokê HDPa Amedê Zeyad Ceylan ji Rûdawê re diyar kir: “Kurd hem di meseleya neteweyî hem meseleya demokrasî, hem meseleya biratiya gelan û krîza aboriyê de dê dengê xwe li gorî berjewendiyên xwe deng bidin. Niha li Kurdistanê şerekî pir giran tê meşandin. Kî kurdan dikuje? Kî zarokên kurdan qetil dike? Kurd dê li hemberî van kesan û li dijî van têbikoşin.”

 

Di hilbijartinên 31ê Adarê yên Stenbolê de derkete holê ku bêyî dengê kurdan tu partiyek nikare bi hêsanî bi ser bikeve. Ji ber vê yekê hem CHPê û hem jî AK Partiyê çav berdaye dengê kurdan. Çavê CHPiyan zêdetir li dengê kurdên HDPyî ne. Çavê AK Partiyê jî li dengê kurdên muhafazakar e. Wisa diyar e ku kurd dê di hilbijartinên 23ê Hezîranê de careke din li Stenbolê bibin kilîtê serkeftin an jî binketina aliyekî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst