Erebekî Xûte dibe Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya Şiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî prosesa bierebkirina nişteciyên herêma Efrînê, grûpên çekdar êdî destêwerdanê di pêkhateya Encûmenên Xwecihî de jî dikin û çekdarên xwe wekî endam û biryarder li ser encûmenan ferz dikin.

 

Fen û fêlên van grûpan ji bo talankirina xelkê herêma Efrînê bidawî nayên. Çavkaniyeke taybet ji nahiyeya Şiyê ji Tora Medyayê ya Rûdawê re da zanîn ku Grûpa Lîwaya Siltan Silêman Şah endamekî xwe wekî Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya Şiyê ferz kiriye.

 

Kesekî bi navê Xalid ku wergêrê fermandarê grûpa Lîwaya Siltan Silêman Şah bû wekî Cîgirê Serokê Encûmenê hatiye ferzkirin.

 

Mihemed Casim Ebû Emşe ku li ser navê wî grûpa Siltan Silêman bi navê Emşat tê naskirin, ew kes li ser Encûmenê ferz kiriye.

 

Li gor çavkaniya taybet bi Rûdawê, Cîgirê serokê Encûmenê yê ferzkirî ku ne xelkê herêma Efrînê ye, di nava encûmenê de xwediyê desthilata tasteqîn e di encûmenê de.

 

Heman çavkaniya taybet bi Rûdawê aşkere kir ku piştî kesê bi navê Xalid wekî cîgirê serokê Encûmena Xwecihî hatiye ferzkirin, her 4 muxtarên bajarokê Şiyê vexwendine baregehê Encûmenê.

 

Daxwaz li muxtaran hatiye kirin ku tevahiya otomobîl, erebe, traktor û wesayitên cuda cuda bên tomarkirin û lîsteyên tomarkirinê ji bo Encûmenê bên radestkirin.

 

Piştî tomarkirin û radestkirina lîsteyan, daxwaz li muxtaran hatiye kirin ku serê her wesayitekê 100 dolar wekî baca zorane bê dayin.

 

Di encamê de, her xwediyê wesayitekê neçar bûye ku 50 hezar lîreyên Sûrî bide. Bi fermana heman fermandarê grûpa el-Emşat, Ehmed Mistefa cîgirê serokê Encûmena Xwecihî ya Şiyê hatibû girtin û di encama îşkenceya tund de jiyana xwe ji dest dabû.

 

Li gor çavkaniyên ku nahiya Şiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîne, zilm û zordariya grûpa el-Emşat li ser xelkê nahiyeyê yên resen roj bi roj zêdetir û tundtir dibe.