Li nêzîkî Şêxanê 5 kesên ji malbatekê canê xwe ji dest dan

Duhok (Rûdaw) – Li ser rêya Baedrê û li durêyana Şêxanê bûyereke trafîkê çê bû û di encamê de 5 kes ji malbatekê canê xwe ji dest dan û şeş keêsn din jî bi dijwarî birîndar bûn.

 

Li gor agahiyan, bûyer derdora saet 12ê şeva bihorî çê bûye û du otomobîlan li ser rêya Baedrê û li durêyana Şêxanê li hev xistiye.

 

Rêveberê Navenda Hwarçûnê ya Duhokê, Heysem Ebadî ji Rûdawê re ragihand: “Ev bûyer li ser rêya Baedrê, durêyana Şêxanê di navbera du otomobîlan de çê bûye, ku yek ji wan otomobîlan taksî bûye û ewa din jî otomobîleke ji core Takson bûye.”

 

Heysem Ebadî got: “Di bûyerê de 11 kes bûne qurbanî û tevaiya wan kesan bo Nexweşxaneya Duhokê û Pizîşkiya Dadê ya Duhokê hatine şandin.”

 

Rêveberê Navenda Hwarçûnê ya Duhokê herwiha diyar kir, li gor zanyariyan rêwiyên di otomobîlekê de Kurd in û şofêrê wê otomobîlê xelkê Çire ye û kesên di otomobîla din de jî Ereb in.

 

Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Duhokê, Azad Teha têkildarî bûyerê ji Rûdawê re got: “Ew pênc kesên ku canê xwe jid est dane, her pênc kes ji malbatekê ne, dayik û bavek tevî 3 zarokên xwe ne. Şeş kesên din jî birîndar in ku birîna piraniya wan giran e.”