Temel Karamollaoglu: Kurdistan heye

06-06-2018
RÛDAW
Nîşan HilbijartinTirkiye Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu Pirsgirêka Kurdan
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokê Giştî yê Partiya Saadetê û namzedê serokomariyê Temel Karamollaoglu li Amedê rapora partita xwe ya derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de ji raya giştî re ragihand.

 

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu îro çarşemê (06.06.2018) li Amedê rapora partiya wî amade kirî  bi sernavê “Mafên mirovan ên bingehîn  û dadmendî”, “Abori û pêşketin" û “Aştiya navxwe û ewlehî” ji raya giştî re parve kir û pirsên rojnamevanan bersivand.

 

Temel Karamollaoglu di rapora navborî de behsa wek bûyerên salên 90î, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, maf û azadiya Kurdan kir.

 

Karamollaoglu amaje bi destûreke nû kir ku di nav de heq û edalet hebe û got: “Pêwîstî bi destûreke bingehîn a nû ku lihevhatina civakî ya berfireh esas digire heye. Mafê perwerde yê zimanê dayîkê dê bi destûra bingehîn bê parastin. Herwiha û ji bo nûneritiya parlamentoyê em dê bend hilbijartinê rakin.

 

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê wiha got: “Ez di wê baweriyê de me ku em dê serkeftineke kes hêvî neke bidest bixin. Ji bin de pêlek tê û ev pêl dê me hem di hilbijartinên parlamentoyê de hem di hilbijartinên serokomariyê de bike komeke bihêz. Dibe ku ji we hinek kes min wek xeyalperest bibîne, lê tişta ez dibînin ev e. Ev çoşa ez li Amedê dibînim bivê nevê hêviyên min zêde dike. Mixabin li welatê me dubendî çêbûye. Em ne neyarî kesî ne. Em mecbûr in li vî welatî wek bira bijîn.”

 

Derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurdan de jî Karamollaoglu diyar kir ku Tirkiye bi heyameke dîrokî re derbas dine û wiha pê de çû: “Heger em pevçûnên li sînorê me rû dide û pirsgirêkên xwe di navbera xwe de çaresernekin em dê bibin hedefa destkaridariyên derve. Em bawer dikin ku ewlehî bi aştiya navxweyî pêş dikeve. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî xwîn bê rawestandin. Divê platorma ku ji hemû beşên partiyên siyasî rêxistinên demokratîk, çapemenî û rêxistinên cuda pêk tê bên avakirin. Pirsgirêka kurdî çar welatan eleqedar dike. Pirsgirêka Kurda bi maf û dadmediyê çareser dibe. Pêwistî bi guherîneke mezin heye. Em dê lîstika welatên emperyalîs xira bikin.”

 

Li ser pirsa “bi navê Trakya heremek heye, çima Kurdistan nebe” Temel Karamollaoglu wiha axifî: “Ji ber navê rêxistinê tîne bîra mirov, gelek caran xwe ji bikaranîna ve peyvê vedidin, lê begûman wek Trakyayê dibe navê Kurdistanê jî bê bikaranîn. Kurdistan navê cihê ku Kurd lê dijîn e. Ez ne dijî bikaranîna peyva Kurdistanê me.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst