Xiyarên Tirbe Spî bandorek erenî li ser bazarên Rojavayê Kurdistanê kiriye

06-06-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pirbûna xiyarên bajarê Tirbe Sipî li bazarên Cezîra Rojavayê Kurdistanê, bandora xwe ya erênî li ser nirxên keskayiya ku ji derveyî deverê tê dike.

 

Li Rojavayê Kurdistanê keskayî weke xiyar û bacanan pir têne çandin.Tirbe Sipî yek ji wan bajaran e bi çandiniya xiyran tê naskirin.

 

Endaziyarên çanidiniya keskayiyê, gazina buhabûna kelûpelên çandiniyê û firotina berhemên xwe dikin.

 

Endazyarekî yê çandiniyê ji Til Şiîrê Ebdulbaqî ji Rêveberiya Xweser daxwaz dike, ku giringiyê bide çandiniya keskayiya xwemalî da ku ew bikaribin hevrikiyê bi çandiniya derveyî Rojavayê Kurdistanê re bikin.

 

Li Gundê Til Şiîra yê bi ser Tirbe Sipiyê ve hezar donim keskayê lê tê çandin, ev yek dibe sedem ku nirxên keskayî li bazarên Rojavayê Kurdistanê dakevin. Ebdulbaqiyê endazyar dixwaze ku giringiyeke taybet ji aliyê rêveberiya xweser ve bi Til Şiîra Tirbe Sipiyê ve bête dan.

 

Çandina keskayiya xwemalî li Cezîra Rojavyê Kurdistanê bi girseyî, rê li ber buhabûna nirxên keskayiya derveyî ku tê bazarên deverê digire,ku ev yek dikeve berjewendiya welatiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst