Dadgehê di derbarê Mele Elî Kelek de biryar da

06-06-2017
RÛDAW
Mele Elî Kelek
Mele Elî Kelek
Nîşan Mele Elî Kelek zîndanîkirin biryar
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Li dadgeha navçeya Berdereş a ser bi Duhokê, dadgehîkirina Mele Elî Kelek birêve çû. Dadgehê di derbarê Mele Elî Kelek de biryar da, ku 3 meh were zîndanîkirin û heta 6 mehan jî dê nikaribe nexweşxaneya xwe veke.

 

Peyamnêrê Rûdawê Neberd Husên ji navçeya Berdereşê ragihand, dadgehîkirina Mele Elî Kelek li dadgeha Berdereşê birêve çûye. Herwiha xizm û parêzerên Mele Elî Kelek jî li dadgehê amade bûne.

 

Peyamnêrê me diyar kir, ku hin kes xwestine bi telefonên xwe dîmen û wêneyên dadgehîkirinê werbigrin lê rayedaran nehiştine wêne û dîmen werin tomarkirin.

 

Dadgehê li gor madeya 99an a yasaya tendirustiyê, biryara sê meh zîndanîkirinê daye Mele Elî Kelek, lê cîbicîkirina zîndanîkirinê daye sekinandin.

 

Li gor biryara dadgehê, eger Mele Elî Kelek di nav sê salan de tawaneke din bike, ew hukmê 3 mehan jî dê li ser tawana din were zêdekirin.

 

Herwiha li ser mijara nexweşxaneya wî ya li bajarokê Kelekê, dadgeh biryar daye ku heta şeş mehan, nexweşxaneya wî neyê vekirin.

 

Di 2ê Gulana 2017an de Mele Elî Kelek ku xwe weke pizîşkê Tiba Nebewî dide nasîn, ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst