Xwendekarên zanîngehê li Dersîmê çarenivîsa hilbijartinê diyar dikin

 

Dêrsîm (Rûdaw) - Zanîngeha Dêrsimê ya ku di sala 2008an de vebûye, derdora 6 hezar û 400 xwendekarî dihewîne. Ji bo xwendekarên ku îqameyên xwe negirtine bajarê lê dixwînin, zanîngeh ji roja Îniyê heta Çarşema werî 5 rojan ket bêhnvedanê.

 

Piraniya xwendekarên ku li vê zanîngehê dixwînin bakurî ne. Hinek xwendekarên ku ji bajarên din hatine Zanîngeha Dêrsîmê, îqameyên xwe jî veguhestine vî bajarî û dengên xwe jî li vir diavêjin sindoqê.

 

Serokê Beşa Civaknasiyê Doç Dr. Alî Kemal Ozcan ji Rûdawê re diyar kir, di hilbijartinên herêmî de HDP bi 2 hezar dengan ket pêşiya CHPê û Şaredariya Dêrsîmê bi dest xist û wiha got:

 

“Dengên xwendekaran ên ku di hilbijartinên herêmî de diyarker bû di hilbijartinên giştî de bandora xwe kêm e.”

 

Xwendekarên ku ji ber betlaneyê li zanîngehê li ber çavên me neketin, li sûka bajêr em ketin ser şopa wan. Gelo xwendekarên ku di hilbijartinên herêmî de piranî dengên xwe li vir avêtin sindoqê, di van hilbijartinan de li bajarê lê dayîk bûne yan bajarê lê dixwînin dengên xwe bidin?

 

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ne tenê di hilbijartinan de di hemû ast û radeyên siyasetê de bandoreke girîng a xwendekarên zanîngehê heye.