Rêveberiya kantonan wê bi hevpeyamniya opozîsyonê re bicive

06-06-2014
Behzad Mîran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke rêveberiya xweseriya demokratîk a ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Suryan ve hatiye ragihandin, wê serdana Tirkiyê bike û ligel Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bicive.

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa ku partiya wî jî di nav rêveberiya xweseriyê de cih digire, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şanda wan bi armanca gotûbêjkirin Însiyatîfa Kurdî ya derbarê lidarxistina kongreyeke niştimanî ji bo opozîsyona Sûriyê, wê biçe Tirkiyê û bi berpirsên hevpeymaniya opozîsyonê re bicive.

Mihemed Mûsa ku partiya wî endama Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bû û piştî avakirina rêveberiya xweseriya demokratîk, ji ENKSê vekişiya, diyar kir ku şanda wan ji 4 kesan pêk tê û ew niha amade ne biçin Tirkiyê.

Malpereke nêzîkî PYDê li ser zarê çavkaniyeke ku navê wî aşkere nekiriye, veguhestiye ku şanda rêveberiya xweseriyê wê roja 6ê hezîranê biçe Tirkiyê. Mihemed Mûsa derbarê vê yekê de ti zaniyarî nedan û tenê got ku ew ji bo çûna Tirkiyê amade ne.

Însiyatîfa ku wek “Însiyatfîa Kurdî” tê binavkirin û ji aliyê partiyên rêveberiya xweseriya demokratîk ve hatiye pêşkêşkirin, daxwaza avakirina Sûriyeke piralî û ne merkezî dike, tevî ku dixwaze doza Kurd li gor peyamanên navdewletî were çareserkirin.

Ji bo pêkanîna van armancan jî, ew partî dawaza girêdana kongreyeke niştimanî dikin ku tê de hemû aliyên opozîsyona Sûriyê beşdar bibinû komîteyekê ava bikin ku nûneratiya opozîsyonê li ser asata navdewletî bike.

Di dawiya meha borî de, şandeke Desteya Hemahengiya Niştimanî ku wek opozîsyona hundir tê naskirin û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî di nav de cih digire, serdana bajarê Qamişlo kir û derbarê Însiyatîfa Kurdî gotûbêj ligel rêveberiya xweseriyê kir. Sekreterê Partiya Çep a Kurdî jî dibêje, nêrîna desteya hemahengiyê derbarê vê mijarê de erênî bû.

Ev însiyatîf destpêkê li ser Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hat pêşniyarkirin û tevî ku ENKSê gotiye berî peydakirina zemîneyekê ew ti karê hevbeş ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê nake, lê wê heta niha bi fermî bersiva însiyatîfê nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst