Felah Mistefa: Em êdî xwe nakin qurbana berjewendiyên Amerîka

06-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa diyar kir, ew derfeta ku niha ji Herêma Kurdistanê re hatiye pêş firsendek baş e ji bona serxwebûnê. Mistefa her wiha got, êdî Herêma Kurdistanê xwe nake qurbana berjewendiyên Amerîka.

Li gorî ajansa Cîhanê, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa li ser helwesta Amerîka ya li hember hinartin û firotina nefta Kurdistanê axivî û got, Amerîka li gorî berjewendiyên xwe biryar dide û dixwaze li deverê aramî hebe lê em naxwazin ev aramî li ser hesabê wê be ku zirarê li kurdan bide.

Felah Mistefa, wiha axivî: “Me gellek dît û gellek kişand. Ji ber wê jî dema wê hatiye ku gelê kurd bikaribe bi aramî û kêfxweşî bijî.”

Wî rayedarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman ku eger Amerîka li hember meseleya hinartina nefta Kurdistanê bêalî be wê demê ew dê bêdeng bimînin û wiha daxuyand: “Ev 6 meh in Bexdayê mûçeyên Kurdistanê birriye, çima Amerîka dengê xwe dernaxe û nabêje Bexda tu çima wisa dikî?”.

Felah Mistefa destnîşan kir ku firotina petrola Herêma Kurdistanê sûrprîz nebû û wiha axivî: “Me ji hemû aliyekî re gotibû eger wisa nekin emê wiha bikin. Eger em îro nekarin serbixwe û azad bin êdî em qet nikarin wisa bin. Lewma divê em wêrek bin û baweriya me bi xwe û bi gelê me jî hebe. Civaka navdewletî jî vê yekê qebûl dike.”

Amerîka li hember firton û hinartina nefta Kurdistanê gotibû, ji ber ku ew neft bêyî rizamendiya Bexdayê tê firotin em qebûl nakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst