HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

06-05-2024
Nîşan HPG Gerîla Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayên ku li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê da zanîn ku gerîlayên bi nasnavên Soro Amanos û Şiyar Amed Hezîrana 2022yan “di berxwedana efsanewî ya li dijî dagirkeran de” canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên her du gerîlayan bi vî awayî ne:

Soro Amanos: Navê wî yê fermî Muslum Urper e, ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye û 10ê Hezîrana 2022yan li Başurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Şiyar Amed: Navê wî yê fermî Mahsum Bozat e, ew li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê ji dayîk bûye û 30ê Hezîrana 2022yan li Başurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst