Li Kilîsê bi hinceta PYDyê kesek hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eliyê Mentarê ya parêzgeha Kilîsê bi hinceta “endamtiya PYDyê” kesek hat desteserkirin.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de li gundê Beşiriyê yê Eliyê Mentarê kesekî bi navê B.H. desteser kir.

Hêzan B.H. bir Fermandariya Cendirmeyan a Kilîsê.

Ew piştî karên yasayî radestî tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê hat kirin.

Hêzan B.H. ji bo karên îfadeyê bir Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê.