Amed: 2 rojnameger jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê 2 rojnameger jî di nav de hejmarek kes hatin desteserkirin.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê îro destê sibehê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi ser malan de girt.

Bi hinceta ku “pere ji girtiyan re şandine” rojnameger Nurcan Yalçin û Derya Us, Endama Rêveberiya DEM Partiyê Sema Koç, Endama Odeya Şêwirmendên Darayî Songul Îpek û Zuhal Ayaz, Fatma Opçîn û Muhammet Ozer hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku ew kes di çarçoveya lêpirsîneke sala 2021ê de hatine desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê.