Li Wanê 94 kîlo zêrên qaçax hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hefteya borî 94 kîlo zêrên qaçax û gelek kelûpelên qaçax hatin girtin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku tîmên Şaxa Tawanên Qaçaxçitiyê û Organîze di navbera 29ê Nîsanê û 5ê Gulanê de bi armanca rêlibergirtina qaçaxçitiyê operasyon pêk anîne.

Di operasyonan de 94 kîlo zêrên qaçax, 2 hezar û 190 paket cixare û 72 cixareyên elektronîk û gelek kelûpelên elektronîk hatin girtin.

Ji ber kelûpelên qaçax ên ku hatin girtin derbarê 34 kesan karên yasayî hatin destpêkirin.