Murathan Mungan: Divê zimanê perwerdeyê zimanê xewnan be

06-05-2024
Nîşan Murathan Mungan Ziman Perwerde Xewn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar Murathan Mungan got, “Mirovek bi çi zimanî xewnan dibîne divê bi wî zimanî perwerdeyê wergire.”

Murathan Mungan doh li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî gotûbêja Sendîkaya Perwerdeyê (Egitim Sen) bû.

Gotûbêj li Hola Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hat kirin.

“Divê her nasname tekoşîna xwe bike”

Mungan di gotûbêjê de bal kişand girîngiya têkoşîna li ser nasnameyê û got:

“Welatekî radestî tarîtiyê dikin. Em destkeftên demokratîk û hem jî demokrasiyê ji dest didin.

Heta niha jî mafên biçûk wekî daxwaz tên bilêvkirin.

Em heta niha azadiya nêrîn û raderbirînê wekî daxwazekê tînin ziman.

Divê her nasname tekoşîna xwe bike.”

“Divê zimanê perwerdeyê zimanê xewnan be”

Mungan li ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê jî da zanîn:

“Mirovek bi çi zimanî xewnan dibîne divê bi wî zimanî perwerdeyê wergire.

Li gorî lêkolînan, zarokên ku bi zimanê dayikê perwerdeyê dibînin ji yên din serkeftîtir in.”

“Li vî welatî du tevgerên bibandor hene”

Mungan behsa bandora têkoşîna Kurdan û jinan a li Tirkiyeyê jî kir û berdewam kir:

“Mislixa aboriya desthilata ku dibêje `yek ziman, yek milet, yek dewlet` di destê kesên din de ye.

Jixwe we her tişt firotiye, hûn behsa kîjan yekê dikin?

Divê her nasname tekoşîna xwe bike.

Li vî welatî du tevgerên bibandor hene. Ev jî tevgera Kurd û tevgera jinan e.

Niha tenê ev tevger li ser pêyan mane.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst