Amed - Bi pitika xwe ya 11 mehî re hate desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeye Licê ya Amedê jinek bi pitika xwe ya berşîr re hat desteserkirin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, cendirmeyan li gundê Karahasanê yê navçeya Licê bi ser malan de girt.

Di encama biserdegirtina malan de jina bi navê Dîlan Polat Dîrîn bi hinceta “pere ji girtîgehê re şandine” hatiye desteserkirin.

Cendirmeyan, Dîlan Polat Dîrîn bir Navenda Cendirmeyan a Licê.

Li gorî zanyariyan, Dîlan Polat Dîrîn ji bo ku pitika xwe ya 11 mehî bimijîne ew jî bi xwe re biriye qereqolê.