DÎLOK - Birûskê li tramvayê da: Rêwî tê de asê man

06-05-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Baran Birûsk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dîlokê birûskan li du cihan li tramvayên nava bajêr da û yek ji wan şewitî.

Ji ber barana gur birûskê li du cihan li tramvayên nava bajêr da, tramvaya di xeta navbera rawestgehên Gar û Karataşê de çûnûhatin dikir şewitî û û gelek rêwî tê de asê man.

Li ser agahdarkirinê tîmên Parastina Sivîlan çûn cihê bûyerê.

Rêwî ji tramvayê hatin derxistin û agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin.

Şaredariya Dîlokê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û ragihand:

“Ji ber baran û şiliya zêde li du cihan birûskê li xeta tramvayê ya nava bajêr daye, di bûyeran de tramvayek şewitiye û ji kar ketiye.

Yek ji birûskan bûye sedem ku çûnûhatina di xeta Golluce û Taşlicayê bi awayekî demkî raweste.

Birûska din jî bûye sedem ku di xeta Karataş û Garê de li cihê tramvaya şewitî hejmara otobusan were zêdekirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst