Qira malbata xwe anî, paşê jî xwe kuşt

06-05-2024
Nîşan Kilîs Kuştin Xwekuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê mêrekî hevjîna xwe û 3 zarokên xwe kuştin, paşê jî xwe kuşt.

Polîs li ser îxbarê çûn maleke li Taxa Nedîm Okmenê û wan termên 5 kesan dîtin.

Hat tesbîtkirin ku welatiyê Sûriyeyê yê bi navê Yusuf Kuvara hevjîna xwe Merve û sê zarokên xwe yên 5, 6 û 8 salî fetisandine û paşê jî xwe kuştiye.

Tîman piştî lêkolînê term rakirin morga Nexweşxaneya Prof. Dr. Alaeddîn Yavaşcayê.

Li hêla din, sedema bûyerê heta niha jî nayê zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst