Li herêma Efrînê komelgeheke niştecîkirinê tê avakirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê komelgeheke niştecîkirinê ya nû ji bo Erebên Hawirde tê avakirin.

Tora Çalakên Efrînê ragihandiye ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi alîkariya hin rêxistinên Îxwanê Muslimîn û yên Filestînî, li gundê Şadêrê yê ser bi nahiyeya Şêrawa, mêtingeke nû ji bo Erebên Hawirde ava dikin.

Li gorî zanyariyên heman çavkaniyê, ew mêtingeh li zeviya rojavayê Mêtingeha Besme ye, ku berê hatiye avakirin. Ew jî dikeve quntara çiayê navber gundê Şadêrê û gundê Îska yên ser bi nahiyeya Şêrawa.

Di wê projeyê de, 1500 mal û mizgeftek, dibistanek û parkekê tên avakirin.

Li gorî heman çavkaniyê, ev mêtingeh dikeve çarçoveya proseya guherîna demografî ku li Herêma Efrînê hatiye destpêkirin û berdewm e.