Hevpeymaniya Millet heta niha zelal nekiriye ku dê ji bo Kurdan çi bike!

06-05-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Hevpeymaniya Millet heta niha zelal nekiriye ku dê ji bo Kurdan çi bike!
Hevpeymaniya Millet heta niha zelal nekiriye ku dê ji bo Kurdan çi bike!
Nîşan Hevpeymaniya Millet Kurd Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê de partiyên di nava Tifaqa Milet û partiyên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de piştgiriya heman berbijêrî dikin. Tifaqa Ked û Azadiyê ku pêşengiya wê Partiya Çepên Kesk dike, dibêje pirsa kurd pirsa statûyê ye û divê zimanê kurdî jî bibe zimanê perwerdehiyê. Lê Tifaqa Milet digel ku Partiya Çepên Kesk piştgiriya berbijêrê wê yê serokomariyê dike jî heta niha eşkere nekiriye ka dê pirsa kurd çawa çareser bike? Ev nezelaliya Tifaqa Milet di serê piraniya kurdan dibe sedema pirsan.

Li kuçe û kolanên Amedê her ku hilbijartin nêzik dibe, kelecan jî pê re zêde dibe. Di nava xelkê de tiştê ku herî zêde xelk dixwaze zelal bibe, piştî hilbijartinan pirsa kurd dê çareser bibe yan na? Rêbazên çareseriyê çi ne?

Hevpeymaniya Milet û Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ku piştgiriya heman berbijêrê serokomariyê dikin, derbarê çareserkirina pirsa kurd de çiqas nêzî hev difikirin? Li gorî Tifaqa Ked û Azadiyê ku pêşengiya wê Partiya Çepên Kesk dike, Pirsa Kurd pirsa statûyê ye û zimanê Kurdî jî divê weke Tirkî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.

Berbijêrê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mihemed Kamaç anî ziman, “Wextê ku di vê pêvajoya nû de sîstemek dest pê bike muheqeq dê makezagona Tirkiyê biguhere. Dema makezagona Tirkiyê guherî em dibêjin mafê Kurdan divê weke statûyek tê de bê pênasekirin û Kurd bigihêjin mafên xwe. Bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û aliyê siyasî û civakî zimanê wan fermî bibe.”

Serkêşiya Tifaqa Milet jî di maseya 6 alî de CHP dike. Heta niha derbarê çareserkirina pirsa kurd de rê û rêbazeke berbiçav ji xelkê re eşkere nekiriye. Kes nizane ka ew vê pirsgirêkê çawa pênase dikin û dê çawa çareser bikin? Lê hin partiyên di nava vê hevpeymaniyê de ji bo perwerdehiya zimanê kurdî peyamên erênî didin.

Berbijêrê CHPê yê Amedê Alî Îhsan Merdanoglu got, “Li Tirkiyê Pirsa Kurd divê em muheqeq çareser bikin. Bi serdestiya hiqûqê, bi demokrasiyê, bi pêşengiya mafên mirovan divê em çareser bikin. Di bin banê parlamentoyê de divê em muheqeq çareser bikin. Ez bawer im em ê vê îradeyê nîşan bidin û ev îrade bi Tifaqa Milet re heye.”

Di hilbijartinên serokomariyê de û parlamenteriyê de Partiya Doza Azad Huda Par piştgiriya Tifaqa Cumhur dike û Partiya Çepên Kesk jî piştgiriya berbijêrê Tifaqa Milet dike. Partiya Maf û Azadiyan HAKPAR jî di hilbijartina serokomariyê de deng bi kar nayîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst