Avahiya Şaredariya Dêrsimê hat valakirin

06-05-2023
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Dêrsimê Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê avahiya xizmetê ya şaredariyê piştî analîza erdhejê ku avahî riziyayî derketiye, wek tedbîr hat valakirin.

Parêzgeha Dêrsimê beriya demekê li herêma erdehê hatibû zêdekirin û di vê çarçoveyê de ji bo piraniya avahiyan kar û xebatên analîzê hatine destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de avahiya xizmetê ya şaredariyê ku di sala 1994an de hatiye çêkirin û piştî wê du salan hatiye bikaranîn, hatiye analîzkirin û di raporê de hatiye destnîşankirin ku avahî riziyaye.

Serokê Şaredariya Dêrsimê ji Rûdawê re ragihand ku piştî analîza avahiyê wek tedbîr wê avahiyê vala dikin û dê li cihekî din kar û xebata xwe berdewam bikin.

Di encama kar û xebatên analîzê de heta niha ligel avahiya şaredariyê avahiya Rêveberiya Agirvemirandinê jî riziya yî derketiye û ew jî derbasî avahiyeke din bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst