Cengiz Çandar: Li Tirkiyê nebûna demokrasiyê tê wateya fetisandina Kurdan

06-05-2023
RÛDAW
Nîşan Cengiz Çandar Kurd Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengiz Çandar diyar kir ku hilbijartinên 14ê Gulanê ji bo siberoja Tirkiyê girîng e û di heman demê de ji bo Bakurê Kurdistanê jî dê diyarker be.

Berbijêrê Partiya Çepên Kesk (YSP) Cengiz Çandar li parêzgeha Amedê beşdarî civînekê bû ku hejmarek nûnerên sazî û rêxistinên civakî jî amade bûn.

Çandar amaje bi wê yekê da ku hilbijartinên 14ê Gulanê ji bo Tirkiyê wek referandumekê ye ku dê di navbera dîktatorî û demokrasiyê de bê kirin.

Berbijêrê Partiya Çepên Kesk Cengiz Çandar got, “Di van hilbijartinan de, Tirkiye yan dê desthilata ku ber bi dîktatoriyeke hişktir ve diçe hilbijêre, yan jî dê berê xwe bide demokrasiyê. Encamên vê hilbijartinê herî zêde dê bandorê li Kurdan bike. Ji ber eger li vî welatî demokrasî nebe tê wateya zêdetir guvaş li ser Kurdan çêbibin û di heman demê de ji her alî fetisandina Kurdan e.”

Çandar her wiha anî ziman, “Eger hûn mînakan dixwazin zêde ne, ev 2 sal in li Îmraliyê tecrît heye. Eger Ocalan ne Kurd bûya ma tecrîteke wiha dihat kirin. Ev gefeke li ser Kurdan. Mînakên wiha zêde ne. Hejmarek zêde siyasetmedar û serokên şaredariyê yên Kurd niha di girtigehê de ne.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 14ê Gulana 2023an de dê di heman demê de hem hilbijartinên serokkomariyê, hem jî yên parlamentoyê bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst