Dîroknas Akyureklî belgeyên nû yên têkildarî serhildana Şêx Mehmûd Berzencî eşkere kirin

06-05-2023
RÛDAW
Nîşan Dîroknas Akyureklî Şêx Mehmûd Berzencî Arşîva Osmaniyan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û dîrokzanê Kurd Mahmût Akyureklî ragihand ku li gorî belgeyên nû yên ku ji nav arşîva Osmaniyan derketine; Mistefa Kemal şandeyek ji bo hevdîtinê bi Şêx Mehmûd Berzencî re bike şandiye û peymanek ji 10 xalan pêk tê hatiye amadekirin, ku tê de statûyeke mîna 'federasyonê' ji Kurdan re tê dayîn. Akyûrekli herwiha diyar kir ku lê piştî Peymana Lozanê ev soz nehatin bicihanîn.

Dîroknas Mahmut Akyureklî îro Şemiyê 6ê Gulana 2023yan li Hewlêrê bû mêvanê Navenda Lêkolînan a Rûdawê.

Dîroknas Mahmud Akyureklî ku bi helkefta lêkolîna bo pirtûkê ya li ser Serhildana Şêx Mehmûd Berzencî û pirsgirêka Mûsilê li Hewlêrê bû, di semînera "Pêwendiyên Tirk û Kurdan ji serdema Osmaniyan heta niha û serhildana Şêx Mehmûd Barzencî" de axivî ku ji aliyê Navenda Lêkolînan a Rûdawê ve hatibû sazkirin.

Hejmarek ji akademîsyen, dîroknas, mamosta, rojnamevan û nivîskarên Herêma Kurdistanê jî beşdarî semînerê bûn.

Lêkolîner-dîroknas Mahmud Akyurekli diyar kir ku di arşîva Osmaniyan de gelek belgeyên têkildarî serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî hene û ew dê di bin ronahiya van belgeyan de pirtûkekê binivîse.

Mahmut Akyureklî da zanîn ku di arşîvên Osmaniyan de belgeyên girîng hene ku dê dîroka Kurdan ronî bikin û got ku wî derbarê serdema Şêx Mehmûd Berzencî de kuliyateke girîng a ji hezar rûpelan pêk tê dîtiye.

Akyureklî diyar kir ku divê belgeyên Serhildana Şêx Berzencî ya Silêmaniyê ku di pêvajoya perçebûna Împaratoriya Osmanî û avabûna komara nû ya Tirkiyeyê de dest pê kir, bi baldarî bên lêkolînkirin, da ku têkiliyên Kurd û Tirkan bên fêmkirin.

Akyureklî eşkere kir ku di wê demê de niyeta Îngilîzan tunebû ku tu statuyekê bidin Kurdan û li herêmê civakên Kiristiyan provoke kirine û got: “Ji ber van polîtîkayan Kurd û Tirk bi hev re tevgeriyan. Wê demê li ser daxwaza Mustafa Kemal, fermandarê milîsên bi eslê xwe Çerkez Ozdemîr Bey ku navê wî Alî Şefîk bû, beriya Lozanê bi Şey Mehmûd re hevdîtinek pêk anîbû û peymanek ji 10 xalan pêk dihat ku di komara nû de soza dayîna federasyonê ji bo Kurdan hatibû dayîn îmze kirin. Ev yek di arşîva Osmaniyan de heye. Di nav belgeyan de, tê gotin ku hukûmeta Mistefa Kemal çek û cebilxane li dijî Îngilîzan daye Şêx Mehmûd Berzencî.”

Akyurekli  destnîşan kir ku şanda Kurd a ji bo hevdîtinê bi Ozdemîr Bey û Mustafa Kemal re pêk bîne bi rojan li benda wan maye û  got: “Di danûstanên Lozanê de eger encameke li dijî wan derbiketiya Mustafa Kemal dê bi şandê re danûstandin bikira û dê bi Şêx Mehmûd re peyman îmze bikira. Lewma ew li Lozanê hatin sekinandin. Dema ku li Lozanê encamek di berjewendiya wan de derket, bi heyetê re hevdîtin pêk neanîn û sozên ku hatibûn dayîn nehatin bicîkirin.”

Bi gotina Akyurekli Kurd û Tirk bi taybetî di dema hilweşîna Împeratoriya Osmanî û dagirkirina welat de li dijî dagirkeriyê di heman eniyê de şer kirin û ew dibêje: “Lê bi qebûlkirina Destûra Bingehîn a 1924an re têkoşîna Kurdan a ji bo avakirina komarê hat înkarkirin. Piştî têkçûna Serhildana Şêx Mehmûd Barzencî û nebûna Kurd di nava komara ku nû hatiye damezrandin de, rewşenbîr û pêşengên Kurd bûne alîkarê rêxistinkirina tevgera Şêx Seîd a Herekata Azadî.

Dîroknas Mahmut Akyurekli herwiha destnîşan kir ku dîtin û parastina belgeyên dîroka Kurdan di arşîvên welatên din de bi xebateke takekesî ne pêkan e û pêşniyar kir ku li Herêma Kurdistanê navendek were avakirin ku belge û arşîvên Kurdan tê de bên berhevkirin.

Piştre semîner bi pirs û nirxandinên beşdaran bi dawî bû.

Mahmut Akyureklî kî ye

Nivîskar û dîrokzanê Kurd Mahmût Akyureklî sala 1956an li Çewlîgê ji dayik bûye, sala 1976an bûye mamosta û dema 10 salan mamostetî kiriye. Di sala 1979an de li Zanîngeha Firatê di beşa Dîrokê de dest bi xwendinê kiriye û sala 1985an xwendina xwe qedandiye.

Di navbera salên 1987-1988 de serpireştiya weşandina kovareke heftane bi navê Gaya Gazetesî dike. Sala 2010an yekemîn pirtûka xwe ya bi navê Dersim Kurd Tedibi nivîsandiye.

Mahmût Akyureklî xwediyê çend pirtûkên dîrokî ye, her wiha arşîveke wî ya mezin heye, bi taybetî ji arşîvên Osmaniyan û çend pirtûk li ser Serhildana Şêx Seîd û Dêrsim û hwd nivîsandiye. Her wiha di xortaniya xwe de bûye endamê Partiya Neteweperest a Tirkiyê (MHP).

Mahmût Akyureklî niha li Stenbolê dijî û di nav arşîv û belgenameyên Osmaniyan de lêkolînê li ser rewşa Kurdan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst