Li Şirnexê cenazeyê ciwanê di Çemê Dîcleyê de winda bibû hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Basanê ya ser bi parêzgeha Şirnexê li Bakurê Kurdistanê di encama xebatên lêgerîna ciwanê 19 salî ku di Çemê Dîcleyê de winda bibû cenazeyê wî hat dîtin.

Diyar Guzel ligel hevalên xwe çûbû seyranê û li devera Akdîzgînê ji bo avjeniyê xwe xistibû Çemê Dîcleyê.

Guzel piştî demekî bi avê de çû û ji ber çavan winda bû li ser vê hevalên wî aliyên peywendîdar agahdar kirin.

Tîmên cendirme û tenduristiyê bû cihê bûyerê hatin şandin.

Tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Binê Avê ya Şaredariya Cizîrê, tîmên AFADê yên Êlih û Şirnexê, tîma Lêgerîn û Rizgarkirinnê ya girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Amedê (JAK) di encama xebatên lêgerînê de 400 metre dûrî cihê ku Diyar Guzel lê winda bibû cenazeyî dîtin.

Cenaze ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.