Berbijêrê SPê yê Amedê: Divê di destûra bingehîn de mafî her kesî bê garantîkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Partiya Seadetê (SP) yê Amedê Abdurrahman Ergîn ragihand ku “Divê em mafên hemû aliyan di destûrê de misoger bikin. Yanî ev dibe ku mafê ziman, mafê jiyanê be. Divê di destûrê de maf bên mîsogerkirin û her kes xwedî li van mafan derkeve.” Abdurrahman Ergîn destnîşan kir ku ne ne ecêb e ku Partiya Seadetê (SP) ji lîsteyên CHPê ketiye hilbijartinê û got: “Di sala 1974an de Necmedîn Erbakan tifaqa CHP-MSP ava kir.”

Bernameya Berbijêr a ku Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akinci amade dike, vê carê Berbijêrê Partiya Seadetê yê Amedê Abdurrahman Ergîn ku bi lîsteya CHPê beşdarî hilbijartinê dibe, kiriye mêvanê xwe. Akincî di derbarê plan û projeyên wî û partiya wî de pê re axivî ye.

Ergîn ku der barê xebatên hilbijartinê yên li Amedê de agahî dan got: “Em çi ji destê me tê dikin. Em rojane ji xwe re bernameyek çêdikin. Em her roj diçin cihekî. Hinek ji me diçin navçeyan, hinek ji me li navendê dixebitin.”

Têkildarê xwe de Ergîn ev zanyarî dan: “Ez ji Farqîna Amedê me. Ez li Amedê mezin bûm. Ez endezyarê înşaetê me, em karê înşaetê dikin. Bi salan e em wek malbat bi siyasetê re mijûl bûne. Armanca me ew e ku gelê me di nava aramiyê de jiyana xwe bidomîne û li tu kesî neheqî neyê kirin. Ji ber vê em siyasetê dikin. Bavê min berê di Partiya Refahê de rêveber bû. Em digihîjin heta Partiya Millî ya Selametê (MSP). Em ji vê kevneşopiyê tên. Beriya siyasetê ez Serokê Komeleya Ciwanên Anadoluyê Şaxa Amedê bûm. Nêzîkî 2 sal in ku ez serokatiya  Şxê Amedê  Partiya Saedetê dikim. Wek hûn jî dizanin di vê hilbijartinê de me tifaq çêkir. Em ji lîsteya CHPê dikevin hilbijartinê.”

"Gel ji vê hikûmetê pir dilgiran e"

Ergîn diyar kir ku ji rojay ku biryara hilbijartinê hatiye dayîn heta niha  rojekê jî nesekiniye û her tim bi tempoyeke zêde dixebitin û wiha pê de çû: “Em serê sibê ji malê derdikevin û şev saet di 12:00-01:00 de vedigerin malê. Em dibînin ku li bajêr eleqeya li hemberî me pir zêde ye. Gel ji vê hukûmetê pir nerehet e, dibêjin bila demek zûtir hilbijartin çêbibe û ji destê wan derbikevin. Hikûmetê çi gotiye xerab e, niha jî heman tiştan bi xwe dikin. Îro tiştên ku dibêjin dê li ser qedexeyan û neyînîyên din biguherînin pêk tînin; ji bo aboriyê jî heman tişt... 20 sal derbas bûn, lê dîsa em birin wan rojên destpêkê.”

"Hevkariya me ya niha di sala 2017 de dest pê kir"

Abdurrahman Ergîn derbarê beşdarbûna wan ji lîsteya CHPê jî got: “Bi rastî ev propagandaya AK Partiyê ye. Ji bo eleqeya li ser Saedetê kêm bikin vê dikin. Lê di sala 1974an de Necmedîn Erbakan tifaqa CHP-MSPê ava kir. Ji wê demê ve gelek partî bi me re kar kirin. Ji ber vê yekê partî dijminatiya hev nakin. Dibe ku partî bixwazin li hev bicivin û ji bo welat tiştekî baş bikin. Dikarin heta radeyekê îdeolojiyên xwe bidin aliyekî. Hevkariya me ya niha bi rastî di sala 2017 de dest pê kir. Dema hikûmetê pergala serokatiyê anî rojevê em li dij derketin. Me wê demê dizanibû ku ya îro hat serê me dê were serê me. Ji ber vê yekê me îtîraz kir. Me got ev sîstem hemû hêzan di destekî de kom dike. Me diyar kir ku ev ne rast e. Me got eger hemû hêz di yek kesî de bên cem hev dê ev kes xwe winda bike. Me got ku ew dê ji bo berjewendiya derdora xwe ya teng bixebite û ji bo vê aboriyê bikar bîne. Bi dîtina min pirsgirêka herî mezin desthilatdar e. `Eger tu bi min re bî, tu hevalê min î, eger tu bi min re nebî, tu li dijî min î. Ger hûn ne bi min re bin, hûn piştgirî nedin min, hûn xerab in.` Helwestek wiha gelan ji hev dûr dixe, gel dijminatiya hev dike. Em dibêjin li ser dijminatiyê siyaset nayê avakirin. Siyaset avakirina aştiyê, başkirina şert û mercên jiyana gelan e. Ev hikûmet îmkanên welat pêşkêşî xelkê derdora xwe dike. Em vê jî qebûl nakin. Em dibêjin dahata welat çi dibe bila bibe, divê bi awayekî adil bê parvekirin. Gelek kes niha birçî û feqîr in. Mirov nikarin bi hev re bijîn, nikarin bijîn.”

“Divê em mafên hemû aliyan di destûrê de garantî bikin”

Li ser pirsa eger destûreke nû were avakirin, Partiya Seadetê ji bo mafê Kurd û Elewiyan çi bixwaze? Ergin Wiha got: “Destûra Bingehîn metna lihevkirina civakî ye. Lihevhatina civakî çi ye? Divê her kesê li welat xwe tê de bibîne. Divê karibe her kesî bîne cem hev. Beşek ku xwe di destûrê de nebîne, dê xwe ji wî welatî dûr bihêle û dê rastî neheqiyê bê. Ji bo vê jî divê em mafên hemû kesan di destûrê de garantî bikin. Ev dikare mafê ziman be û dikare mafê jiyanê be. Her çi maf be divê di destûrê de em garantî bikin û her kes xwedî li wan derkeve. Wek Partiya Seadetê, taybetmendiya me ya herî girîng rastbûna me ye. Em derewan û diziyê nizanin. Xwedê nede me. Heta niha her tim em bi van prensîban tevgeriyane. Dema ku hûn lêkolîn bikin, her kesê ku hûn bipirsin dê li ser me tiştên erênî bibêjin. Dibêjin, 'We tiştên baş kir, em we nas dikin, hûn mirovên rast in'. Em ji bo gelê xwe dixebitin. Gelê me dilsoziya me dibîne. Her tişt bi dilpakî dest pê dike. Mirov jî dibîne. Ez di wê baweriyê de me ku ji ber vê yekê gel dê piştgiriyê bide me. Em jî  dê karên pir baş bikin.”