Geştên esmanî ji Siûdiyê bo Tirkiyê piştî 2 salan dîsa destpê dikin

06-05-2022
RÛDAW
Nîşan Erebistana Siûdî Geştên Esmanî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Geştên esmanî yên ji Erebistana Siûdê bo Tirkiyê ku di Adara 2020ê hatibûn rawestandin sibe 7ê Gulanê careke din destpê dikin.

Li gor medya Tirkiyê, Kompanya Rêyên Hewayî ya Erebistan Siûdî geştên esmanî bo Tirkiyê ku di Adara 2020ê de ji ber Coronayê rawestandibûn, 7ê Gulana 2022ê careke din dide destpêkirin.

Yekem geşt dê sibe 7ê Gulanê ji paytext Riyaz û bajarê Ciddeyê bo Stenbolê bên kirin. Herwiha dê 11ê mehê jî ji bajarê Medîneyê bo Stenbolê geşt destpê bikin.

Hat ragihandin geştên esmanî ji Cidde û Medîneyê bo Stenbolê her roj du alî bên kirin û Riyazê jî rojên Sêşem, Pêncşem û Şemiyan bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst