Li Xaneqînê DAIŞê êrîşî artêşa Iraqê û Heşda Şeibî kir

06-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li sînorê qezaya Xaneqînê ya ser bi parêzgeha Diyaleyê ve çekdarên DAIŞê êrîşî çeperên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî dan, di encamê de serbazekî artêşa Iraqê hat kuştin û 2 serbazên din jî birîndar bûn.

Ofîsa Ragihandinê ya Heşda Şeibî ya Iraqê îro Îniyê 6ê Gulana 2022 di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan li sînorê gundê Îmam Weys li qezaya Xaneqînê bersiva êrîşeke çekdarên DAIŞê dane ku hewl dane “bi dizî derbasî nav gund bibin.”

Gundê Îmam Weys dikeve başûrê nahyeya Gulale ku ser bi qezaya Xaneqînê ve ye.

Li aliyekî din, Fermandarê Fewca 2 a Lîwaya 3 a Hêzên Pêşmerge li sînorê qezaya Xaneqînê, Celîl Fayeq jî ji Rûdawê re ragihand, “Çekdarên DAIŞê şeva bihorî li başûrê nahyeya Gulale êrîşî serbazgeha Kubra ya artêşa Iraqê ku dikeve başûrê nahyeyê.”

Bi gotina wî berpirsê Pêşmerge, “di êrîşê de serbazekî Iraqê hat kuştin û du serbazên din jî birîndar bûn.”

Wî fermandarê Pêşmerge herwiha got, êrîş li devera Mercane bûye ku 700 metran ji navenda nahyeya Gulaleyê dûr e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst