Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Bendava Tişrînê ya li Rojavayê Kurdistanê ragihand asta ava Çemê Feratê 4 metre û nîvan daketiye ku bi vî awayî berdewam bike dê krîzeke mirovî li ser xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çê dike.
Rêveberiya Bendavê li ser kêmbûna avê got, “Rojane 6 saetan ji bo berhemanîna elektrîkê bendav kar dike û pompên ava pêwîst ji bo çandiniyê ji kar ketine, ev yek jî rewşa cotkaran xerab dike ku niha tenê sê ser çar ji pêdiviyên wan ên ava çandiniyê tên peydakirin.”
Rojavayê Kurdistanê rastî krîza kêmiya avê hatiye, hin sedemên wê ji ber kêmbûna barîna baranê û qutkirina ava Çemê Feratê ji aliyê Tirkiyê ve.
Bendava Tişrînê li başûrê bajarê Kobaniyê, 90 km dûrî bajarê Helebê ye û li ser Çemê Feratê hatiye çêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse