TAYBET - Jenosîda Ermeniyan, ‘tomet’ên Akçam û Kurd

Hewlêr (Rûdaw) – Akademîsyen, lêkolîner û nivîskarên Kurd gotinên Taner Akçam `bêbingeh` dibînin û tekez dikin ku eger Ermeniyek ji jenosîda bi destê dewleta Osmanî rizgar bûbe bi saya Kurdan bûye û diyar dikin tevî hebûna biryara dewletê ya cezakirinê, Kurdan bi giştî di parastina Ermeniyan de roleke mezin lîstin.

Jenosîda Ermeniyan 24ê Nîsana îsal ku roja destpêkirina jenosîdê bû ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve bi fermî hat naskirin. Hevdem li gel vê biryara `dîrokî` Proferosê Tirk Taner Akçam di heypeyvîneke xwe de behsa peywendiyên Kurd û Ermeniyan kir û bêyî nîşandana delîlekê got, “Sedsala 19an di civaka feodal de, bo nimûne li heremên Kurdan, şeva ewilî ya Ermeniyên dizewicîn, mafê axayên Kurd bû” û ev gotinên wî rastî nerazîbûna Kurdan hatin û rol û rewşa Kurdan di wê proseya jinavbirin û koçberkirina Ermeniyan de ji aliyê dewleta Osmanî ve, careke din bû rojev.

Profesor Abdullah Kiran, Lêkolîner Celal Temel û Profesor Yaşar Abdulselamoglu derbarê karîgeriya biryara Amerîkayê de li ser Tirkiyê, gotinên Taner Akçam û rewş û helwest Kurdan di jenosîda Ermeniyan de ji Rûdawê re axivîn.

Prof. Abdullah Kiran: Biryar peywendiyên herdu aliyan xerabtir nake

Profesor Abdullah Kiran amaje bi wê dike ku ji 2016an ve peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê xerab in, lewma biryara naskirina jenosîdê bi awayekî fermî ji aliyê Amerîkayê ve têkiliyên herdu aliyan xerabtir nake û dibêje, “ji xwe rêveberiya Tirkiyê jî bertekeke zêde tund nîşan neda û peywendiyên xwe yên siyasî û dîplomatîk nebirîn. Tirkiyê dikarî balyozê xwe vekişîne, balyozê Amerîkayê bişîne û mijara vekişîna ji NATOyê jî bike rojev.”

Abdullah Kiran xerabbûna têkiliyên Amerîkayê û Tirkiyê bi sedemên navxwe û derve ve girê dide û balê dikişîne ser wê yekê ku desthilata siyasî ya Tirkiyê ji aliyê Amerîka û rêxistinan ve li ser mijara mafên mirov bi tundî tê rexnekirin û li ser sedema derve jî got, “Têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê li ser mesela Sûriyê xerab bûne, siyaseta herdu welatan li ser vê mijarê naçe ser hev. Tirkiye ji bo ku Kurd li Sûriyê statuyekê bi dest nexin ji çend salan ve çi ji destê wê tê dike û bidestxistina statuyekê ji aliyê Kurdan ve ji bo xwe wek meseleyeke man û nemanê dibîne.”

“Tirkiye naxwaze peywendî xerabtir bibin”

Kiran ne di wê baweriyê de ye ku piştî vê biryara Amerîkayê Tirkiye zêdetir nêzikî Rûsyayê bibe û bi gotina wî “Tirkiye bi peywendiyên xwe yên bi Rûsyayê re gihiştiye radeya dawî û ji vê zêdetir Tirkiye nikare pêş bikeve û di têkiliyên xerab ên li gel Amerîkayê jî di radeya dawî de ye û dê nexwaze zêdetir xerab bibe.”

Herwiha her têkildarî vê mijarê  Prof. Abdullah Kiran, biryara Amerîkayê ji aliyekî ve baş dibîne bo Tirkiyê ku bi gotina wî, “êdî Amerîka nikare vê meselê li ser Tirkiyê wek şûrê democles biheşîne.”

Li ser rola Kurdan a di jenosîda Ermeniyan de jî Kiran dibêje, “Bûyerên 1915an bi biryara Komîteya Îttîhat û Terakkiyê ve, wate desthilata siyasî ya wê demê ve pêk hatin, Kurd jî di desthilata siyasî ya wê demê ne xwedî hebûnekê bûn.”

“Kurdan di wan bûyeran de cih negirtin”

Abdullah Kiran tekez dike ku eger li hinek cihan bi awayekî lokal hinek Kurd beşdarî jenosîdê bûbûn jî ev “bi biryara desthilata siyasî bûye” û dibêje, “Dewleta Osmanî dixwast her kes di ferman û koçberkirina Ermeniyan de beşdar bin û yên li derveyî biryara dewletê tevgeriyaban an jî alîkariya Ermeniyan kiriban dê bi tundî bihatan cezakirin.”

Ew profesorê Kurd tekez dike ku tevî biryara dewletê ya divê her kes di jenosîdê de cih bigire, “Malmezin, serokeşîr, şêx, mela û zanayên Kurdan bi ti awayî di wan bûyeran de cih negirtin” û nimûneyekê jî dide, “Kalê kale min mufti bûye, ji murîdên xwe re dibêje, divê ew xwe ji kuştina Ermeniyan dûr bixin. Lewma malbat û eşîrên Kurdan hindî ji destê wan hatine Ermenî parastine.”

“Gotinên Akçam buxtanên dîrokî ne”

Derbarê gotinên Taner Akçam de jî, Kiran diyar dike ku ew gotin ne rast in û ti bingeha wan nîne û dibêje, “Ne tenê li nav Kurd û Ermeniyan, li cihên dînên Îbrahîmî, dînên Krîstiyan, Cihû û Misilman lê dijîn, ev tişt nebûye. Lê peyamên bi vî awayî ji buxtanên dîrokî zêdetir ne tiştek din in.”

Abdullah Kiran destnîşan dike ku “ronakbîrên Kurdan jî ev mesele mezin kirin” û bale dikişîne ser hinek gotinên din ên Akçam û diyar dike, “Çend tiştên din ên balkêş jî dibêje ku xwezî Kurd li ser wê rawestiyaban, bo nimûne dibêje, eger li welatekî meseleyeke civakî neyê naskirin û wek meseleyeke serhildan û terorê bê naskirin dewlet dikare tiştên wisa bîne pêşbarî civakê. Lê mixabin Kurdan ew xal nedîtin.”

Lêkolîner Celal Temel: Biryar ji bo Tirkiye û Ermeniyan tiştekî naguhere

Lêkolîner û nivîskar Celal Temel derbarê naskirina jenosîda Ermeniyan bi awayekî fermî ji aliyê Amerîkayê ve behsa wê dike di eslê xwe de bi salan e Amerîkayê ew jenosîd nas kiriye û dibêje, “Weke dihat çaverêkirin, ji zimanê Serok Joe Biden jî ew hat derbirîn.”

Celal Temel amaje bi wê dike ku tevî naskirina jenosîdê jî di serî welatên Ewropî, piraniya dewletan peywendiyên xwe li gel Tirkiyê berdewam kirin û dibêje, “gelek dewletên Ewropî (jibilî raya giştî ya demokrat) ne jidil in.”

Derbarê karîgeriya vê biryarê li ser Tirkiyê jî Celal Temel ne di wê baweriyê de ye ku ev biryar ji bo Tirkiyê û Ermeniyan tiştekî biguhere û dibêje, “Eger Tirkiye gelek tengav bibe, amade ye bibêje, `Ji ber alîkariya wan a di heyama şer de bo Rûsyayê me beşek ji Ermeniyan koçber kirin û cihên wan guhertinm `Kurdên Hov` jî pêşî li wan girtin û kuştin. Bingeha vê bi salan e tê amadekirin û mixabin gelek hene ku bi vê yekê bawer bikin.”

“Lêkolîneke zanistî li ser vê mijarê nîne”

Celal Temel dibêje, eger Netewên Yekbûyî biryareke wiha werbigire û siza bisepîne, dibe bandorê li ser Tirkiyê bike û diyar dike, “Di rewşeke wiha de jî ziyan dê bigihije xelkê, ne ku dewleta Tirkiyê.”

Li ser rola Kurdan di bûyerên 1915an de Celal Temel balê dikişîne ser nebûna lêkolîneke zanistî li ser vê mijarê û diyar dike ku ew tiştên tên gotin jî tenê ne objektîv in.

Temel amaje bi wê dike, ku hejmarek ji gerok, mîsyoner û Ermeniyên netewperest ji Îttîhat Terakkî-Jonturk ku encamderên sereke bûn, hewl didin Kurdan tometbar bikin û dibêje, “Ecêb e ku jibilî Îttîhat û Terakkî hinek Kurd jî bi zanyariyên xelet ên dîrokî rola di bûyeran de mezin dikin û kalên xwe û xwe sûcdar dikin. Beşeke girîng a derdorên Ermenî jî ji faîlê sereke zêdetir, Kurdan sûcdar dikin ku ev yek hêsan e.”

“Kurdan Ermenî parastin”

Lêkolîner Celal Temel ku li ser bûyerên 1915an û peywendiyên Kurd û Ermeniyan gelek lêkolîn û berhemên wî hene, dibêje, tevî beşdarbûna hinek Kurdên hevkarên Osmanî-Tirk û hebûna biryara cezakirina kesên dibin alîkar, Kurdan Ermenî parastin û “bûn alîkar ku derbasî Sûriye û Kafkasyayê bibin. Dengbêjên Ermenî yên wek Gerebêtê Xaco û Aram Dikran her tim behsa wê kirin ku ew û malbatên wan bi saya Kurdan rizgar bûne. 50 gundên Eşîra Reşkotan a li herêma Qûbîn-Êlihê, Ermenî parastin û gelek nimûne di vê mijarê de hene.”

Celal Temel lêkolîneke berfireh û objektîv li ser peywendiyên Kurd-Ermeniyan wek pêwîstiyekê dibîne û vê yekê wek erkeke mezin a lêkolînerên Kurd dibîne ku bi awayekî akademîk û entellektuel vê mijarê vekolin.

Li ser gotinên Taner Akçam jî Celal Temel ku ew bi xwe jî yek ji îmzakerên daxuyaniya hejmareke nivîskarên Kurd bû li dijî gotinên wî, amaje bi lêkolînên Akçam dike û dibêje, tevî ku mafên netewî yên Kurdan wî eleqedar neke jî “het niha di pirtûk û nivîsên xwe de li ser “mafê şeva yekem” tiştek nenivîsand.”

“Behsa koçberkirina Kurdan a di sala 1916an de nayê kirin”

Celal Temel diyar dike ku bi sedan gerokên Krîstiyan ji bo ku Kurdên Misilman sûçdar bikin gelek tişt nivîsandin lê “jibilî yek-du rîwayetan beriya du sed salan, tiştek din nîne, ne rast e û ne exlaqî ye. Me tenê bertekeke bi vê mijarê sînordar nîşan da, lê vê yekê jî gelek alî aciz kirin.”

Lêkolîner Temel dibêje, di demekê de ku her kes behsa koçberkirina Ermeniyan dike, ti kes behsa koçberkirina Kurdan a di sala 1916an de nake û dibêje, “hewlên veşartin û bi nihênîhiştina vê yekê balkêş in.”

Li ser pirsa gelo çima Akçam di vê demê de ev xist rojevê jî Celal Temel amaje bi pisporiya Taner Akçam a li ser meseleya Ermeniyan dike û hebûna peywendiyên wî li gel hinek lobiyan û dibêje, “Dibe ev beşek be ji hiştina vê tawanê li ser Kurdan. Dibe ji bo xerabkirina peywendiya Amerîkayê ya li gel Kurdên Başûr û Rojava be.”

Prof. Yaşar Abdulselamoglu: Ev biryar dê derî li ber proseyên nû vebike

Civaknas Prof. Yaşar Abdulselamoglu jî naskirina jenosîdê ji aliyê Amerîkayê ve wek destpêkekê pênase dike û amaje bi bêhelwestiya hikûmeta Tirkiyê û dibêje, “Hikûmeta Tirkiyê ji bo bandora vê biryarê kêm bike, berteka pêwîst nîşan neda. Lê ev biryar dê derî li ber proseyên nû vebike.”

Yaşar Abdulselamoglu balê dikişîne ser rewşa Kurdan û dibêje, armanca “rêlibergirtina bûyerên” ku di biryarê de heye, girîng e û dibêje, “Ev nîgeranî û hestyariya li hemberî metirsiyên roja me nîşan dide. Ya girîng ew e ku em metirsiyên rasteqîn ên jenosîdê bo niha bibînin û tedbîran werbigirin.”

Abdulselamoglu vê mijarê ji bo Kurdan wek “gelek” girîng dibîne û dibêje, “Kurd di wê mezintirîn grûpê de ne ku metirsiyeke rasteqîne a jenosîdê li ser e. Li her çar perçeyan jî kiryarên jenosîdê bi şêwazên ciyawaz ên rewakirinê hêdî hêdî berdewam in. Her roj Kurd tên kuştin û dema em rewşa giştî bidin ber çavan, hevkariyeke nihênî û navendek heye ku van kuştinên Kurdan organîze dike. Kurd neçar in helwesteke din a tund nîşan bidin û nîşanî cîhanî bidin ku di bin metirsiya jenosîdê de ne û ev yek metirsiyek e ku divê hemû Kurdan li hev kom bike.”

“Herî kêm deh pêkhateyên netewî rastî jenosîdê hatine”

Yaşar Abdulselamoglu diyar dike ku qebûlnekirina jenosîdê ji aliyê Tirkiyê ve jî divê wek “tawan” bê dîtin û dibêje, “divê bê qebûlkirin ku ji hilweşandina mîrektiyên Kurdan heta niha, Jenodîsa Kurdan jî di nav de herî kêm deh pêkhateyên netewî rastî jenosîdê hatine. Divê Kurd li ser vê yekê bixebitin.”

 Li gor Prof. Abdulselamoglu, “Tirkiye wek dewleteke ku bi jenosîdê tê tawanbarkirin û jenosîdê red dike, dê di bin fişareke mezin a yasayî û moral a cîhana demokrat de bimîne û ev rewş dê derfet bide wan aliyên li gel Tirkiyê nakok in jî ku rewşa xwe vebêjin.”

“Helwesta Akçam bêexlaqiyeke akademîk e”

Li ser gotinên Taner Akçam jî, Civaknas Yaşar Abdulselamoglu amaje bi wê dike ku Akçam akademîsyenek e ku heyamek e dirêj e ji bo naskirina jenosîda Ermeniyan gelek hewl dane û nêrîna Taner Akçam wek “bêexlaqiyeke akademîk” binav dike û dibêje, “Helwest û nêrîna wî ya derbarê Kurdan de îdeolojîk û derew e û li gel nasnama wî ya akademîsyeniyê nagunce. Akçam tezekê pêşkêş dike û ne hîpotez e jî û ti delîleke ciddî jî nîşan nade.  

Gotinên Taner Akçam rastî nerazîbûneke mezin a raya giştî ya Kurdan hatibû û Yaşar Abdulselamoglu vê reaksiyonê rast dibîne û dibêje, “Ji ber ku Folklora Kurdî her mijara têkildarî şeref û namusê derbarê fenomenolojiya Kurdan de tomar dike û bi fenomenoloiya xwe ya azad li hemberî van tiştan bêdeng namîne. Lewma gotina Akçam a `Kurd vê yekê çawa bizanin?` bêbingeh e.”

“Ti nûnerekî Kurd nebûye sedema wê karesatê”

Prof. Yaşar Abdulselamoglu derbarê rola Kurdan di jenosîda Ermeniyan de amaje bi rewşa Kurdan a wê demê dike ku perçe perçe bûbûn û dibêje, eger Siyaset Kurdî wek kirdeya rewa ya Kurdayetiyê bê qebûklkirin, zelal e ku Kurdan ti rolek nelîstiye ku bibe alîkar bo jenosîda Ermeniyan û “ti nûnerekî Kurd nebûye sedema wê karesatê û beşdar nebûye û mumkun e hinek eşîret û takekes beşdar bûbûn.”

Civaknas Abdulselamoglu behsa du xalan dike ji bo ku “manîpulasyonek” di mijara jenosîdê de çê nebe û dibêje, “Yekem, encamderê kolektîf ê Jenosîda Ermeniyan a 1915an diyar e, plan û proje li holê ne. Ji bo pêkanîna `Neteya Tirk` plana jinavbirin û `bêbandorkirina` (Vê têgehê îro ji bo ciwanên Kurd bikar tîne) miletên din hatiye danîn.

“Kurd hene ji bo Tirkiyê Kurdan dikujin”

Derbarê xala duyem de jî ew profesorê Kurd dibêje, “Li ser navê Kurdayetiyê yek bûyera kuştinê jî çê nebûye. Eger li ser navê Kurdan nehatibe kirin encamderê wê Kurd be jî, ew kiryarek bûye ku bi motîvasyona xizmeta bo Tirkibûnê hatiye kirin. Îro, Kurd hene li ser navê xizmeta ji bo Tirkiyê Kurdan dikujin. Gelo em dikarin ji bo celadê ku serê Surçiyê Pêşmerge jê kir, bêjin Kurd, li gor Sosyolojiya Hiqûqê, wateya ku encamder li kiryara xwe bar dike bingehîn e. Wî xizmeta cîhada Ereb a îslamî dikir. Dema Sabîha Gokçenê bombe bi ser Kurdên sivîl ên bê tawan de dibarandin, li ser navê Ermenî an Tirkan dikir gelo?

Yaşar Abdulselamoglu dibêje jî, “Lê tevî hebûna Kurdên ku ji bo parastin û veşartina Ermeniyan bûne alîkar û helwesta zelal a siyaseta Kurdî, dê hewl hebin ku Kurd wek aliyê xwedî berjewendî di jenosîda Ermeniyan de bên dîtin û pirsgirêk bên çêkirin. Divê Kurd xwedî helwesteke ciddî ya hevbeş bin.”

Di dawiya gotinên xwe de Prof. Yaşar Abdulselamoglu dibêje, nêzîkahiya rast a ji bo diyarkirina rasteqîniya dîrokî ya jenosîdê ew e ku divê jenosîd wek “Projeya Tirkbûnê ya Îdeolojîk a avakirina Netewa Tirk a Tek” bê dîtin û tekez dike, “Eger wiha neyê dîtin li gel ku heqîqeta jenosîdê dernaxîne holê, li ser jenosîdkaran jî ti bandoreke rasteqîne nabe û ya girîngtir jî nabe xwedî hêzeke sepandina ceza ku rê li ber jenosîdkariya niha bigire.”