Fermandarekî Pêşmerge: PKKê êrişî me kir

06-05-2021
Rewş niha aram bûye
Rewş niha aram bûye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê nehyeya Sîdekan ser bi qezaya Soran a Hewlêrê ve şeva borî şer di navbera HêêznPêşmerge û gerîlayên PKK de derket.

Fermandarê Fermandariya Helgurd a Hêzên Pêşmerge Behram Erîf Yasîn ji Rûdawê re ragihand şeva borî saet 11.30ê gerîlayên PKKê êrişî Hêzên Pêşmerge kirin.

Behram Erîf Yasîn got: “Dema salekê ye PKK rojane bela xwe li hêzên Pêşmerge dide, rojekê rêya sereke ya gundên avî TNT dike û hênceta ji Tirkiyê re çêdike û dibe sedema valabûna zêdetir ya gundan. Herî dawî jî êrîşî hêzên Pêşmerge kir.”

Fermandarê Fermandariya Helgurd derbarê wî şerî dibêje, saet 11.30 şev, hejmarek çekdarên PKKê bi arbîcê, qenas, BKC û kilaşînkovan êrîşî Pêşmerge kirine, lê Pêşmerge êrîşan wan şikandin û endamên PKKê reviyan.

Diyar jî kir, ti pêşmergeyek di şer de birîndar nebûye û niha rewş aram bûye.

Peyamnêrê Rûdawê Bextiyar Qadir jî da zanîn ku şer têne 20 xulekan berdewam bûye û ti gerîlayek jî birîndar nebûye.

Wî fermandarê Pêşmerge got jî, “armanca PKKê têkdana aramiya navçeyên sînorî ye û bi van karan, jiyan û karê xelkê têk dide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir