Apê Mûsa di bîranînên xwe de behsa serhildan û komkujiya Dêrsimê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşenbîrê navdar ê kurd Mûsa Anter ku weke Apê Mûsa tê naskirin, di pirtûka xwe ya ‘Hatiralarim (Bîranînên Min)’ de behsa komkujiya Dêrsimê jî dike.

Zana û rewşenbîrê Kurd Apê Mûsa di wan bîranînên xwe de ku ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatine belavkirin, diyar dike ku wê dema serhildana Dêrsimê rû da, ew li Edenê bûye û dibêje, 2 bûyeran karîgerî li ser wî kiriye ku yek meseleya Hetayê û ya din jî serhildana Dêrsimê ye.

Apê Mûsa wiha qala van bûyeran dike;

Wê demê Sûriye di bin mêtîngehiya frensiyan de bû. Lê ev mêtîngeh nedişibiya mêtîngehên din ên Frenseyê. Lewre piştî şerê yekemîn ê cîhanê dema ku evder ji Împaratoriya Osmanî hate veqetandin, wê demê ji bo 20 salan ji aliyê Cemiyeta Akvam ango Cemiyeta Miletan ve weke emanet dabûn frensiyan. Antakya û Îskenderûn jî di nav de bû. Ew dema ku ji bo frensiyan hatibû diyarkirin jî di 1938'an de ber bi qedandinê bû. Li gorî gotinan frensiyan li beramberî dostaniya di berjewendiya wê de, dilê Tirkiyeyê xweş kiriye. Jixwe gotinên Tirkiyeyê ku rasterast dibêje "Hatay a me ye" jî vê rastiyê pesend dikir. Heta wê rojê jî tu demê û di nava xelkê de tu caran negotine Hatay. Weke ku ji kurdan re dibêjin "Kurd tirk in", ji ereban re jî digotin "Hûn tirk in. Li Asyaya Navîn li Herêma Moxolistanê cihek bi navê Hatay heye. Hûn ji wir hatine". Ji ereban re wisa digotin. Helbet Felahên vê derê tu tiştekî ji van gotinan fêm nedikirin. 

Hetta rojek mitîngek li dar xistibûn. Di mitîngê de xwediyê Karxaneya Cotkariyê ya Edeneyê Mistefa Beg derketibû ser dikê. Camêr derket ser kursî lê bi tirkî nedizanî. Çend caran destê xwe bir ser sîngê xwe û got "Weleh biz turktir, bîleh biz turktur, Quran heqî biz turktur" (Wileh em tirk in, bîleh em tirk in, bi navê Quranê em tirk in". Piştî van gotinan ji ser dikê daket. Pir diyar bû ku beriya axaftinê jê re gotibûn divê tu bibêjî "Em tirk in".

Wan heyaman Ataturk du caran hate Edeneyê. Me ji nêz ve ew dît. Li herêma Hatayê plebîsît (raywergirtin) kirin. Frensiyan jî çavên xwe jê re girt. Di vê serjimariyê de tirkan ji ereban zêdetir deng bi dest xist. Antakya, Îskenderûn û derdora wî weke Komara Kibrisa Bakur bû serbixwe. Tayfur Sokmen bû serokomar û Evdirehman Melek jî bû serokwezîrê vê komarê. Parlamento û kabîne jî hate avakirin. Makezagonek hate çêkirin. Di xaleke vê makezagonê de wiha dinivîsand; "bi dengên zêde ya parlamentoyê Hatay bixwaze dikare bi dewleteke din re bibe yek". Helbet bi awayeke nerasterast qala Tirkiyeyê dikir. Piştî demeke kurt jixwe biryareke wiha hate standin û Hatay tevli Tirkiyeyê bû. Piştre aşkera bû ku Tayfur Sokmen sîxûrê Midûriyeta Ewlehiyê ya Tirkiyeyê bû.

Di heman salê de li Dêrsimê serhildanê dest pê kir. Derbarê vê mijarê de bi taybetî jî li derveyî welat gelek pirtûk hatin nivîsandin. Helbet li Tirkiyeyê ev mijar ji rastiya xwe hate dûrxistin û wisa hate nivîsandin. Dema min li Dibistana Amadeyî (Lîse) ya Edeneyê dixwend bûyerek hate serê min. Jixwe bi vê bûyerê re cara yekemîn hatime binçavkirin.

Rêberê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza bû. Xanima wî ya rêzdar Besê jî di şerê gerîlatiyê de fermandariya yekîneyek dikir. Hema hema her roj di çapemeniya Stenbolê de heqaret li Besê dikirin. Ev êrîş pir diçû zora min. Aciz dibûm. Derbarê van heqaretan de min nerazîbûn nîşan dida. Hevalên min jî vê sekna min dizanîn. Nîv henekî û nîv rastî ji min re digotin "Neviyê Besê". Dîsa rojek di waneyê de li ser kaxizek "Neviyê Besê" nivîsandibûn û ew kaxiz bi pişta min ve zeliqandibûn. Piştî ku mamoste ji polê derket, bi hîka hîk û kenînê henekên xwe bi min kirin. Şevek jî neh deh hevalên min bi hev re, bi yek gotinê, bi tempo heqaret li Besê kirin. (Ez di Besê n..) Ez jî derketim ser kursiyê mamoste û min jî heqaret li Zubeydeyê kir. (Ez bikut.. Zubeydeyê) (Zubeyte dayika Ataturk e) Min jî çend caran ser hev bi tempo ev çêr û dijûn kir. Piştri me dev ji henekên xwe berda. Lê kurê Komserê Qereqola Kurukopru ya Edeneyê Kenan yekser çûye ev bûyer ji bavê xwe re gotiye. Piştre tîmeke polîsan hate dibistanê û ez birim navenda polîsan. Ez li wir 15 rojan di bin çavan de mam. Ev binçavkirina min a yekemîn bû.

Piştî demekê ez pê hesiyam ku midûrê dibistana me çûye ji Walî re wiha gotiye; "Walî beg, zarok ji ber ku dizanin Mûsa kurd e, Besê weke dapîra wî qebûl kirine û heqaret lê kirine. Wî jî hevalên xwe weke tirk qebûl kiriye, dayika Ataturk Zubeydeyê weke dapîra wan qebûl kiriye û  bersiv daye wan. Di van çêr û dijûnan de qesta Mûsa ne Ataturk e. Weke hevalên xwe bersiv daye." Ji ber ku herdu kurên Walî jî li heman dibistanê bûn, walî dilê midûr nehêlaye û ez ji binçavan dame berdan.Wê demê erkê polîsan hebû ku heta 6 mehan jî kesek bêyî ku derxin pêşberî dozger di bin çavan de bihêlin.

Midûrê me bi xwe hate midûriyeta polîsan û ez ji wir derxistim. Di rê de du şîret li min kirin. Yek jê ev bû, ji min xwest qet qala vê bûyerê nekim. Her wiha ji min xwest ez baş bixebitim û di waneyên xwe de serkeftî bim.

Dema ez vegeriyam dibistana xwe, neh hevalên min ên ku di wê bûyerê de cih girtibûn ji dibistanê avêtibûn. Min digot qey bûyer hatiye girtin. Di ser bûyerê re du meh derbas bibû. Rojekî midûrê dibistanê gazî min kir. Ez çûm odeya wî. Li odeya wî kesekî xerîb rûniştibû. Tu nabêjî ew Serdozgerê Edeneyê ye.  Kaxizek derxist û xwend. Bi min jî da îmzekirin. Ji Ataturk pirsî ne ka ji min dozdar e an na. Wî jî gotiye nexêr, ez jê ne dozdar im. Dozger ji min re wiha got; "Binêre lawê min Ataturkî tu efû kirî. Careke din xeletiyeke wiha neke". Min bi dilekî sar spasiya dozgerî kir. Min destê midûrî maçê kir û ji odeyê derketim. Bûyerên Dêrsimê bandor li ser hemû kurdên bi namûs kiribû. Ewqas qetl û komkujî çêbibû ku nedibû mirov xemgîn nebe.

Dixwazim li vir qala du bikerên vê mijarê bikim. Ez ê qala bîranînên xwe yên xwendekariyê bikim.

Ya yekemîn li xwe mikurhatinên Muhsîn Batur in ku fermandarê berê yê Hêzên Asîmanî bûye. Ji nava weşanên Milliyetê, di sala 1985'an de pirtûka wî ya bi navê "Pişt Perdeya Sê Serdeman-Bîranîn û Ramanên Min" de, derbarê vê mijarê hin agahiyan dide. Batur, di pirtûka xwe de bi kurtasî wiha dibêje; "Di 1938'an de ez li Elezîzê serpel bûm. Ji Enqereyê bo min fermanek hat. Ez bi yekîneya xwe re tevli bûyerên Dêrsimê bûm. Lê ez ji xwendekaran lêborîneke mezin dixwazim; ez ê qala vê demê nekim..."

Paşa pir mafdar e. Lewre ew ê bi kîjan rûyî qala wan rojên xwe yên dest bi xwîn bike!

Ya duyemîn jî Sabîha Gokçen e. Ew yekemîn pîlota jin a Tirkiyeyê ye. Di heman demê de keçhiliya (Keça manewî) Ataturk e. Di 15'ê sibata 1990'î de di bernameyeke televîzyonê de dema ku qala bîranînên xwe dikir; got ez tevli bûyerek bûm û qala wê bûyerê nekir. Mebesta wê bûyerên Dêrsimê bû. Halbûkî ew bûyera ku ew naxwaze qal bike bûyera Dêrsimê ye ku tevli bûye. Di wê bûyerê de zar û zêc bi bêûjdanî bombebaran kiriye. Tê bîra min, rojnameyên wê demê hema hema her roj qala lehengeniya Sabîha Gokçenê dikirin û wêneyên wê yên bi kincên pîlotiyê diweşandin.

Dema ez li leşkeriyê bûm, di bin siya daran de me bêhna xwe dida. Fermandarê me serpel Sacettîn qala bûyerên Dêrsimê dikir. Dema qal dikir, weke ku ji ser hişê xwe biçe, bi wê coşê qal dikir. Ji van bûyeran dixwazim qala yekê ji wan bikim ku ji me re gotibû. Wiha qala Dêrsimê dikir; "Rojek me li Dêrsimê dest bi operasyona paqijiyê kiribû. Me di şikeftek (şikêr) de malbatek dît. Bapîr, bav, dayik û zarokek 5-6 salî. Me bi riman mezin li wir kuştin. Me got belkî em ji zarokê hin tiştan hîn bibin, me ew nekuşt. Lewre me nedikarî em ji kesên navsere yên Dêrsimê tiştekî hîn bibin. Nedigotin. Li xwe mikur nedihatin. Ji ber vê yekê jî me li wir hema ew serjê dikirin. Me dizanibû dê tu tiştekî nebêjin. Ji bo ku zarok netirse, me ew ji wir dûr xist û dê, bav û bapîrê wî li wir serjê kir. Me hewl dida em bi zarokê re bibin heval. Me xwarin da wî, şekir da. Lê nedixwar. Demek balafireke me di ser me re firiya. Ew zarokê ku me li wir ew li cem xwe dihişt, xwe aciz kir, darek da destê xwe û weke ku nîşan bigre berê dar da balafirê. Ji ber van hereketên wî ez jê pir aciz bûm. Min ferman da; min got vî bîjîyî jî paqij bikin. Leşkeran bi riman ew kuştin û ji zinaran avêtin xwarê.

“Dîsa rojek em li herêmeke berfireh  bûn. Me bi hezaran kurd ji şikeftan derxist. Fermandarê min got ger em van hemûyan bi guleyan bikujin dê guleyên me pir ziyan bibin. Wan hemûyan bavêjin Çemê Mûnzirê û bifetisînin. Me ew kurdên ku top kiribû bir pişt Pira Mûnzirê. Tam li wê hindavê Çemê Mûnzirê kûr dibû û çem har dibû. Me ew ji wir avêtin çemî. Yên diketin çem jixwe diketin û difetisiyan, yên ku nediketin çem jî me bi riman ew dikuşt û davêt çemî.

“Carekî me dît ku wisa ji tirsa canê xwe hev girtine û bernadin. Çavê pireyê xitimandin. Min ji darên mazî hin rewtên dirêj jêkir. Min ji leşkeran re got bi van şiv û çovan li wan bixin û wisa bikin ku ji ser pireyê bigingirin nava çem. Ji bo ku yek ji wan jî nefilitin me di binê pireyê de jî hin leşker bi cih kiribûn. Wan jî li wan kesên ku bi soberiyê dixwestin xwe xilas bikin dixist û ew dikuştin."

Vaye rûpeleke din a bi xwîn!

Ez van hemû tiştan ne ji bo neyartiyê, ne ji bo dînê Muhemed ku tê de qisas heye behs dikim. Ez tenê ji bo ku mirov ji van bûyeran nefret bikin û careke din hovîtiyeke wiha nekin qala van bûyeran dikim. Heman serpelî bê şerm û fedî qala keçeke 12-13 salî dikir. Bêyî ku şerm bike û ji bîr bike ku ew jî ji jinek hatiye dinyayê, qala destdirêjiya li hemberî wê keça kurd a Dêrsimî dikir. Qala wê yekê dikir ka çawa serpêl û leşkerên wan dest avêtinê û ew keça me li wir şehîd kirine. Kê dizane belkî jî gelek ji wan serpel û leşkeran weke fermandarên artêşê şandin Kurdistanê. "

Zana û rewşenbîrê Kurd Apê Mûsa roja 20ê Îlona 1992ê li bajarê Amedê di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû. Heta niha jî dosyeya kuştina Apê Mûsa negihîştiye encamekê!