Li Meletî û Bedlîsê karantîna li ser hin cihan hat rakirin

06-05-2020
RÛDAW
Nîşan Meletî Bedlîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herdu bajarên Meletî û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê karantîneya li ser 2 avahî û taxekê hate rakirin.

Li bajarokê Tîranda Darende ya Meletiyê, taxa Ilica di 29ê Adarê de ji ber metirsiya belavbûna koronayê ketibû karantîneyê. Lê Parêzgeriya Meletiyê bi daxuyaniyeke nivîskî karantîneya li ser wê taxê rakir.

Herwiha li bajarokê Kiştonik (Yolalan) ê Bedlîsê jî di 20ê Nîsanê de 2 avahî hatibûn karantînekirin lê hat zanîn karantêîneya li ser wan her du avahiyan jî rabûye.

Ji aliyekî din ve li bajarê Wanê digel qedexeyê jî şîn hatibû danîn û û ji ber wê şînê, hejmarek welatî hatibûn karantînekirin.

Parêzgeriya Wanê ji ber vê sedemê li 4 taxan karantîne ragihandibû û muxtarê taxa Ortanca, Mehmet Nuri Yonten ji kar hate dûrxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst