Xelkê Qamişlo bi kêfxweşî pêşwaziyê li Remezanê dikin

Qamişlo (Rûdaw) - Xelkê Qamişlo bi hatina meha Remezanê kêfxweş in û pêşwaziyeke germ li vê mehê dikin. Bi gotina xelkê, îsal rewşa wan ji ya par baştir e. Li Rojavayê Kurdistanê bi giştî û li Qamişlo bi taybetî ji ber barana zêde, rewşa aboriya xelkê baş bûye, lewra li Qamişlo Remezan mêvanekî ezîz û qedirgirane û bi xweşî tê bi rêkirin.

 

Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, bi hatina meha Remezanê xelk bi kêfxweşî pêşwaziyê li meha Remezanê dikin, bazar germ bûye, xelk dadikevin bazarê û bi bihayên baş pêdiviyan dikirrin, bi gotina xelkê îsal rewşa wan ji ya par baştire, lewra ew dikarin bi asanî Rojiya xwe bigirin.

 

Goştfiroş Berekat Hesen dibêje: “Niha xelk ji bo Remezanê şînkayî û goşt dikirrin, dadikevin bazarê xwe ji rojiyê re amade dikin, xelk pêdiviyan dikirrin, sipas ji Xwedê re, rewş aram e, seqa gelekî baş e, xelk gelekî kêfxweşin.”

 

Xelkê Qamişlo li nav bazarê xurme, temir hindî, qemreddîn, şînkayî û goşt bi bihayên guncav dikirin, di herdû danên sibeha û êvarê de qerebalixî zêde  li bazarê çê dibe.

 

Niştecihê Qamişloyê Mihemed Bettûşî jî got: “Em hatin vê derê û niha min du kîlo kulîçe ji malê re kirrîn, bihayên firoşyaran guncavin, seqa gelekî xweş e, xelkek zêde li vê derê heye, xelk kêfxweşin bi kirrîna pêdiviyan, xelk gazinê ji tiştekî nakin.”

 

Li Rojavayê Kurdistanê bi giştî û li Qamişlo bi taybetî ji ber barana zêde û geşbûna zeviyên genim û dexlûdan, xelk di rewşek aborî baş de derbas dibin, lewra li Qamişlo Remezan mêvanekî ezîz û qedirgirne, bi germî pêşwazî lê tê kirin.