ZAXO – Kurdên Êzidî 38 kesayet, rêxistin û sazî xelat kirin

Zaxo (Rûdaw) – Çalakiyek li kampa Çemişko ya Zaxoyê hat lidarxistin û 38 kesayet, rêxistin û sazî, ji ber ku di warê madî û manewî de piştgiriya Kurdên Êzidî kirine, hatin xelatkirin.

 

Çalakî li kampa herî mezin a parêzgeha Duhokê ji aliyê Bingeha Lalişê û Grûpa Hêvî ve hat lidarxistinku zêdetirî 26 hezar koçber têde ne.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê jî di çalakiyê de hat xelatkirin. Berpirsê Grûpa Hêvî Feysel Elî li ser rola Rûdawê ragihand: “Dema keçek û zarokekî me ji destê DAIŞê were rizgarkirin, yekem car hûn tên. Eger îro Rûdaw neba, nîvê vê fermanê dê windayî biba, ev rola Rûdawê ye ji aliyê me weke awareyên xelkê Şingalê. Bi hezaran kanalên Erebî û biyanî hene, lê ka ew kanal?”

 

Dayê Şemê ku di nav kampê de jina herî diyar e û 33 kes ji xizmên wê bûne qurbanî, diyar kir: “Ez dayîka 33 şehîdan im, kanala Rûdawê hat, eger ne ji we be naylonek jî bi destê me nakeve. Hûn alîkariya me dikin.”