Hakim Goran berî xwekuştinê: Ez dixwazim li cihekî ku înternet tine bijîm

06-05-2019
Nasir Elî
Nîşan Hakim Goran Xwekuştin Înternet
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Piştî cîbicîkirina planên xwe yên din, çar roj berî ku xwe bikuje, bi Rûdawê re kete peywendiyê û got ku plana wî heye li şikefteke dûrî teknolojiyê bijî, ji ber ku ji şiroveyên ne xweş ên xelkê yên li ser medyaya civakî, bi temamî bêzar bûye, lê bi rêya teknolojiyê ve hemû xelkê Kurdistanê mirina wî dît.

 

Piştî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de, Subhî Ebdal ku bi navê Hakim Goran tê nasîn, ji welatê Holandê vegeriya Kurdistanê û çû ser çiyayê Butya yê li devera Doskî ya Duhokê.

 

Hakim Goran biryar dabû li ser çiya bi tena serê xwe di nav kabîneyekê de bijî, heta ku Başûrê Kurdistanê serxwebûnê ranegihîne nayê xwarê.

 

Goran piştî demeke dirêj biryar da, ku ji çiya were xwarê, piştre cardin vegeriya ser çiya û vê carê li gel serxwebûnê, dirûşmên yekrêzî û çaksaziyê jî zêde kir. Hakim Goran ku di van demê dawî de ji bo cîbicîkirina dirûşmên xwe ji çiya hatibû xwarê, ji Duhokê heta Hewlêr û Silêmaniyê bi lingan meşiya, daku serkirdeyên bilind ên partiyên siyasî bibîne û daxwaza çaksazî û yekrêziya nav mala Kurdan bike, lê ti aliyekî deriyê xwe lê venekir.

 

Piştî bêhêvîbûnê, şeva 30ê Nîsana 2019an Hakim Goran bi rêya weşana zindî ya facebookê li ser çiyayê Dişêşê yê li navçeya Amêdî, gulle li xwe berda û piştî deh saetan li Nexweşxaneya Giştî ya Akrê canê xwe ji dest da.

 

Her çiqas sê saet berê, Hakim Goran gefa xwekuştinê xwaribû jî, xizmên wî dibêjin ti aliyekî ewlehiyê guh neda gefên wî û neçûn hawara wî. Herwiha giliya wê yekê jî dikin ku berpirsên siyasî û îdareya deverê beşdarî taziyê nebûn.

 

Receb Selah ku biraziyê Hakim Goran e, dibêje: “Mamê min 13 sal pêşmerge bû, di van demên dawî de jî bi armanca xizmetkirina gelê xwe vegeriya Kurdistanê, lê kes guh neda wî, dema mire jî kes nehate taziya wî.”

 

Qaymeqamê Navçeya Akrê, Mazin Mihemed Seîd li ser beşdarnebûna şîna Hakim Goran diyar kir: “Roja ku ew mir, ez li derveyî welat bûm, lewma min nekarî beşdar bibim,  lê berpirsên din ên partiyan û hikûmetê yên li Akrê beşdarî şînê bûbûn.”

 

Dema ku Hakim Goran gulle li xwe berda, Receb yekem kes bûye ku gihiştiye ser wî, ew di wê baweriyê de ye ku mamê wî bûye qurbaniyê pertewazeyiya nav mala Kurdan, lê dibêje ku ew li ser "rêbaza wî" berdewam dibin û wesiyetên wî cîbicî dikin.

 

Planeke din a Hakim Goran hebû

 

Çar roj beriya ku xwe bikuje, Hakim Goran bi Rûdawê re kete têkiliyê û diyar kir ku ew dixwaze Rûdaw agahdarê plana wî ya siberojê be. Hakim Goran got: “Ez ji jiyana niha gelek bêzar im, ez dixwazim li Akrê biçim şikeftekê, ji xeta înternetê dûr be, li wir li gel sirûşt û giyaneweran bijîm.”

 

Goran herwiha got: “Dema ez biçim wê derê, ez ê we agahdar bikim.  Min biryar daye, heta mirinê yan heta wê dema ku Kurdistan bibe dewlet, ez ê li wir bijîm.”

 

Hakim Goran di axaftina xwe de amaje bi wê yekê dike ku yek ji sedemên derketina ji bajêr, gotinên xelkê ye: “Birastî gelek bêzar bûm ji şiroveyên xelkê, kesên astnizm di medyaya civakî de gotinên ne xweş ji min re dibêjin. Lewma ez diçim cihekî ku înternet  lê tine.”

 

Berpirsê Polîsê Akrê Reşîd Mihemed Pêdawî dibêje ku ew agahdar bûne ku Hakim Goran li ser facebookê gefa xwekuştinê xwariye, lê nizanibûne cihê wî li ku ye, egerna ew dê biçûna hawara wî.

 

Reşîd Mihemed Pêdawî ji xizmên Hakim Goran gilî û gazinan kir û got: “Xizmên wî û kesên ku çûbûn ji bo rizgarkirinê, em agahdar nekirin, bêguman eger em li gel wan bûna, em dikaribûn wî rizgar bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst