Piştî 4 rojan termê wî ciwanî anîn

Duhok (Rûdaw) Piştî 4 rojan termê ciwanê bi navê Sidqî Îslam, ku di encama topbarana Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dabû, ji herêma şer hate derxistin.


Xizmê Sidqî Îslam, Miqdad Hureyî ji Rûdawê re ragihand, di 3 rojên derbasbûyî de xizmên Sidqî ji bo anîna termê wî çûne herêma şer lê jiber berdewamiya topbarana Tirkiyê û şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKKê û Artêşa Tirkiyê de, nekarîne wî bînin.

 

Piştî hewldanên dûrûdirêj, şeva derbasbûyî (06-05-2017) komek ciwanên xizmên wî çûne devera şer û termê Sidqî anîne.

 

Roja Çarşemê 03-05-2017, komek hemwelatiyên ji nahyeya Şêladizê ya Duhokê ji bo komkirina giya çûbûne gundê Şamkê û Sincê.

 

Di encama bombabarana Tirkiyê de ciwanê bi navê Sidqî Îslamê 23 salî jiyana xwe ji dest dabû û hemwelatiyek jî birîndar bibû.