Cebar Yawer dorpêçkirina hêzên pêşmergeyan red dike

06-05-2013
RÛDAW
A+ A-

Sîrwan Ebbas

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge yê hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir ku artêşa Iraqê hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê dorpêç kiribe û dibêje: “Rewş normal e.”

Duh, nûçeya dorpêçkirina hêzên pêşmergeyan li sînorê Qereyatax ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibû belav kirin.

Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand “Heta niha ti hêzên pêşmerge li navçeyên veqetayî ji aliyê artêşa Iraqê ve ne hatine dorpêç kirin, rewş normal e û ti nakokî nînin."

Yawer wiha pêdeçû: “Çavkaniya nûçeyan a derbarê pêşmerge de tenê em in, ne ku ti kes, dezgeh û navendeke din e. Lewra em her nûçeyeke bi vî rengî derew derdixînin.”

Duh davê êvarê hêzeke artêşa Iraqê berê xwe da gundê Qereyatax yê girêdayî Qeretepe ku hêzek (siryeh) ser bi Lîwayê 5ê yê Şarezûr ve tê de bi cih dibe. Ji wê hêzê xwestin ku ji navçeyê vekişe.

Derbarê vê yekê, endamê navçeya Qeretepe yê PDKê Sebah Mihemed ji Rûdawê re ragihand “Piştî ku hêzeke ji 300 kesî ji Lîwayê 5ê di hawara hêza pêşmerge hate gundê Qereyatax û artêşa Iraqê ew hêza mezin dît, ji wê navçeyê vekişiya.”

Bi gotina wî endamê PDKê li Qeretepe “Her êvara duh li rêbendeke hevbeş a artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge, efserekî Iraqî li gel çend serbazan ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatin binçav kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst