Hawara bavê jina ku avê bir: ‘Ey rûbar Avestaya min bide min’

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke 27 salî ya bi navê Avestayê, ket Çemê Tengatorê ya li navçeya Mêrgesorê û winda bû.

Bavê keçikê li berava çem çok vedan û bi dengekî bilind hawar kir:

“Ey rûbar Avestaya min bide min.

Avesta, Avesta... Xwedêyo, canê wê li bin kîjan kevirî be, Avestaya min li min vegerîne!”

Bûyerê doh danê sibehê saet 09:50an rû daye.

Fexredîn Berzinciyê apê Avestayê behsa kêliya bûyerê kir û got:

“Kek Husên li gel jinbira xwe û mêvanekî din wê deverê peya bûne.

Ji bo wênegirtinê çûye ser kevirekî û lingê wê şemitiye.

Birayekî xwestiye wê bigire lê ji ber lezî û sermaya avê, nikariye wê rizgar bike.”

Bilindiya asta ava rûbarê û barana berdewam karê tîman ji bo dîtina termê Avestayê dijwar kir.

7 tîmên parastina sivîlan li gel malbata Avestayê û xelkê deverê gav bi gav nava çem digerin.

Qaymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed da zanîn:

“Ji dema rûdana bûyerê ve, 7 tîmên parastina sivîlan a Birêvebiriya Şaristaniyê ya Soranê, Parastina Şaristaniyê ya Mêrgesorê û du tîmên din ên avjeniyê li pey termê wê jina ku xeniqî digerin.

Înşalah em kêmasiyê nakin û cenabê Mela Mistefa Barzanî jî raspartiye ku em tiştê pêwîst ji bo dîtinê bikin.”

Avesta mamoste bû û tevî malbata xwe ji Hewlêrê ji bo gerê çûbû devera Barzanê lê seyrana malbatê bûbû şîn.