Li Qoserê otobusek û barhilgirek li hev qelibîn: 18 kes birîndar bûn

06-04-2024
RÛDAW
Nîşan Qoser Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê barhilgerek û otobuseke veguhastina nav bajêr li hev qelibîn, di bûyerê de 18 kes birîndar bûn.

Îro danê sibehê li ser rêya derdora navenda bajarê Qoserê li ser cadeya Şenyurtê barhilgerek û otobuseke rêwiyan a veguhastina nav bajêr a li hev qelibîn.

Di bûyerê de tevî şofêrên her du wesayîtan 16 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar veguhastin nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst