HESEKÊ - Asayîşê dest danî ser 573 hezar hebên hişbir

06-04-2024
RÛDAW
Nîşan Hêzên Ewlehiya Hundirîn Hesekê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê dest danî ser 573 hezar hebên kaptagonê.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Rojavayê Kurdistan li bajarê Hesekê li dijî bazirganên madeyên hişbir operasyonek li dar xist.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn li ser operasyonê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî zanyariyên îstixbaratî hêzên Asayîşê di barhilgir û otomobîlekê de dest danî ser 573 hezar hebên kaptagonê.

Li gorî daxuyaniyê şofêrên her du wesayîtan bazirganên madeyên hişber bûne ku ber bi bajarê Hesekê ve diçûne.

Hêzên Dijî Madeyên Hişbir ên Asayîşê da zanîn ku wan par li dijî firoşyar û qaçaxçiyên madeyên hişbir hezar û 946 operasyon pêk anîne.

Di wan operasyonan de 3 hezar û 300 kes hatin desteserkirin ku di nav wan de 172 qaçaxçiyên madeyên hişbir hebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst