Li Siwêregê hilbijartin dê dîsa bê kirin: Dibe ku AK Partî ji dest bide

06-04-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Sêwreg Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Hilbijartinan a Rihayê li ser îtîraza Partiya Yenîden Refahê, biryar da hilbijartina serokatiya şaredariya Siwêregê were dubarekirin.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de Namzedê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) yê serokatiya Şaredariya Siwêregê Ali Murat Bucak bi serketibû.

Namzedê Partiya Yenîden Refahê Hasan Îzol li dijî encamên hilbijartinê derketibû û li Lijneya Hilbijartinê ya Siwêregê gilî tomar kiribû.

Lijneya Hilbijartinê ya Siwêregê li ser daxwaz Partiya Yenîden Refahê biryar dabû careka din deng werin hilbijartin.

Dengên navçeyê careka din hatibûn hilbijartin û encam neguherîbû.

Piştî biryara Lijneya Hilbijartinên Siwêregê Hasan Îzol serî li Lijneya Hilbijartinan a Rihayê jî dabû û li wir jî gilî tomar kiribû.

Lijneya Hilbijartinan a Rihayê derbarê gilî û îtîraza Hasan Îzol civiya û biryar da hilbijartina serokatiya Şaredariya Siwêregê were betalkirin.

Hilbijartin dê 2yê Hezîrana 2024an careke din pêk were.

Li aliyê din Partiya Yenîden Refahê jî li ser biryara duberekirina hilbijartina Siwêregê li ser hesabê xweyê Xê peyamek belav kir.

Yenîden Refahê got:

Ji bo Hilbijartina Siwêregê ya Rihayê ya ku wijdanê raya giştî diêşîne û bûye sedema nîqaşan biryar hat dayîn were dubarekirin.

Ji Siwêregê û partiya me re bi xêr be.”

Herwiha derbarê hilbijartina encûmenên şaredariyê û mûxtariyê de ti biryarek nehatiye dayîn.

Namzedê AK Partiyê Ali Murat Bucak ji sedî 40,23yê dengan û Namzedê Yenîden Refahê Hasan Îzol jî ji sedî 40,17yê dengan bi dest xistibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst