Li Rojavayê Kurdistanê efûya giştî hat ragihandin

06-04-2024
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser Efûya Giştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê, Meclisa Gelan a Demokratîk bi boneya cejna Remezanê efûyek derxist.

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna xwe de bi boneya cejna Remezanê efûyek derxist.

Meclisa Gelan Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi ser Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ve ye civîna xwe ya 96an li dar xist.

Di civînê çend projeyasayên girêdayî kar û hilbijartinên şaredariyan û efûya giştî hat gotûbêjkirin.

Di civînê de Meclisa Gelan a Demokratîkê biryareke efûyê erê kir.

Li gorî biryarê dê sûcên beriya 6ê Nîsana 2004an hatine kirin, tên efûkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst