YSKyê derbarê Abdullah Zeydan daxuyanî da

06-04-2024
RÛDAW
Nîşan YSK Abdullah Zeydan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) derbarê dayîna mazbataya Abdullah Zeydan ragihand ku “Biryara Dadgeha Cezayên Giran a Amedê her çend ti hukmê nebe jî hîn bi vî awayî bi dawî nebûye.”

YSKyê derbarê dayîna mazbataya Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan daxuyaniyek belav kir.

Abdullah Zeydan piştî îadekirina mafên qedexekirî doh mazbataya xwe wergirt.

Di daxuyaniya YSKyê de wiha hate gotin:

“Biryara Dadgeha Cezayên Giran a Amedê her çend ti hukmê nebe jî hîn bi vî awayî bi dawî nebûye.”

Abdullah Zeydan her çend bi awayî şiklî jî be li gorî pêvajoya hilbijartinê hatiye qebûlkirin.

Ji ber ku biryara îadekirina mafên wî yên qedexekirî hebû, ji 31ê Adara 2024an ve mafê were hilbijartinê heye.” 

Çi bûbû? 

4ê Çiriya Paşîna 2016an ji ber tohmeta “alîkariya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” Abdullah Zeydan û gelek berpirsên HDPyê hatin desteserkirin.

Dadgehê 8 sal û 45 roj cezayê girtîgehê li Abdullah Zeydan birî. Piştre 16emîn Dadgeha Bilind ew biryara Dadgeha Colemergê betal kir.

Bi biryara 16emîn Dadgeha Bilind, doza Abdullah Zeydan 6ê Kanûna Paşîna 2022yan li 5emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin û ji ber “propagandaya rêxistinê” 3 sal 45 roj û ji ber “alîkariya rêxistinê” jî 5 sal ceza lê hatibû birîn.

Dadgehê dema mayîna girtîgehê ya Abdullah Zeydan li ber çavan girtibû û biryara azadkirina wî dabû.

Herwiha ev biryar sala 2022yan ji aliyê 3yemîn Dadgeha Bilind ve hatibû pesendkirin.

Abdullah Zeydan jî daxwaz ji 5emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê kiribû ku mafên wî yên memnû werin îadekirin û 4ê Nîsanê jî ew daxwaza wî ji aliyê dadgehê ve hatibû pesendkirin.

Beriya hilbijartinên 31ê Adarê bi 2 rojan Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, derbarê wergirtina biryara mafên memnû yên Abdullah Zeydan de îtiraz kiribû.

Herwiha 5emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê jî li ser îtiraza Wezareta Dadê, biryara xwe ya dayîna mafên memnû yên Abdullah Zeydan betal kiribû.

Piştî hilbijartinên 31ê Adarê çi bû?

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Lijneya Hilbijartinan a Wanê mazbataya şaredarbûnê neda Abdullah Zeydan da namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas.

Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin û mazbata bi berbijêrê AKPyê yê Şaredariya Wanê hat dayîn li bajarê Wanê û li seranserê Bakurê Kurdistanê gelek çalakî û xwepêşandan hatin kirin.

DEM Partiyê jî ew li dijî wê biryara Lijneya Hilbijartinan a Wanê serî li Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) da û YSKyê îtiraza DEM Partiyê qebûl kir û biryar da ku Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne.

Di dawiyê de Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) piştî nerazîbûna xelkê û partiyên siyasî biryara Lijneya Hilbijartinan a Wanê betal kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst