Baroya Wanê: Ji ber xwepêşandanan 23 kes hatin girtin

06-04-2024
RÛDAW
Nîşan Baroya Wanê Abdullah Zeydan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Wanê ragihand ku ji ber xwepêşandanên çend rojên borî yên ji ber nedana mazbataya Abdullah Zeydan 264 kes hatine desteserkirin û 23 kes ji wan jî bi biryara dadgehê hatin girtin.

Berbijêrê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinên 31ê Adarê de ji sedî 55,48ê dengan wergirt û bû yekem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Wanê biryar da ku mazbataya şaredariyê bide Berbijêrê AK Partiyê yê bûbû duyem.

Biryara Lijneya Hilbijartinan a Wanê ya 2yê Nîsana 2024an da, bi taybetî li Wanê li seranserê Bakurê Kurdistanê hat protestokirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li hemû parêzgehan midaxeleyî xwepêşandanan kirin û hejmarek kes hatin desteserkirin.

Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê roja înê bi daxuyaniyekê bîlançoya xwepêşandanên li navenda bajarê Wanê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê di xwepêşandanên li Wanê de bi giştî 264 kes hatine desteserkirin ku 10 ji wan parêzer in.

Herwiha 147 kes ji kesên desteserkirî piştî karûbarên îfadeyê hatine berdan lê dadgehê derbarê 23 kesan de biryara girtinê daye.

Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê herwiha ragihand ku karûbarên yasayî yên derbarê kesên mayî yên desteserkirî de berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst