Li Amed, Çewlîg û Êlihê bûyerên li Mescîdî Eqsayê hatin prostestokirin

06-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li hersê parêzgehên Bakurê Kurdistanê, Amed, Çewlîg û Êlihê êrişên Îsraîlê yên li ser Mescîdî Eqsayê û Filistîniyan hatin şermezarkirin.

Li Amedê, bi pêşengiya Ciwanên ÎHHê li ber Mizgefta Mezin a dîrokî ya li navçeya Sûrê hejmerek kes kom bûn, li hemberî bûyerên li dijî Mescîdî Eqsayê nerazîbûn nîşan dan.

Di çalakiyê de dirûşmên "Lanet li Îsraîl be" û "Silav ji Qudsê re, berxwedan berdewam dike" hatin berzkirin.

Li ser navê komê Cîgirê Serokê Giştî yê Ciwanên ÎHHê yê Amedê Atilla Bozyigit daxuyaniya çapemeniyê xwend û got: “Ew Mescîdî Eqsayê meheke din a Remezanê ye ku di bin metirsiya Îsraîlê de ye. Îsraîl ji ber encamên pirsgirêkan û siyaseta navxwe êrişî Mescîdî Eqsayê dike. Ji ber êrîşan Îsraîl mafê îbadet û jiyanê yên Filistîniyan tên binpêkirin. Siyasetmedarên Îsraîlî bi piştgiriya komên perestgehan êrîşên li ser Mescîdî Eqsayê bi rê ve dibin. Zêdebûna nakokî û pirsgirêkên vê dawiyê yên di nav Îsraîlê de, bûye sedema zêdebûna êrîşên li dijî Filistîniyan.”

Çewlîg

Endamên saziyên sivîl li ber Ulucami ya Çewligê ji bo protestokirina bûyerên Mescîdî Eqsayê hatin cem hev.

Li ser navê komê Cîgirê Serokê Giştî yê Ciwanên ÎHHê yê Çewlîgî  Ozhan Gilî axivî û got, "Êrîşa Îsraîlê ya li ser Mescîdî Eqsayê bi temamî dervey yasayan e."

Oguzhan Gilî got: “Filîstîniyên ku îtîkafê dikin rastî êrîşan tên û tên girtin û nahêlin îbadet bikin. Îsraîl a dagirker di vê meha Remezanê de jî êrîşên hovane yên li ser Quds, Mescîdî Eqsayê û cihên me yên pîroz didomîne.”

Êlih

Li parêzgeha Êlihê jî endamên Platforma Azadiya Raman û Baweriyê li Kolana Gulîstanê hatin cem hev.

Li ser navê komê Serokê Memûr-Senê yê Êlihê Şehmus Onlu axivî û diyar kir ku Quds welatê hemû Mislimanan e û got: “Dagirkerên ku di her Remezanê de wehşeta wiha dijmirovahî dikirin, di vê meha Remezanê de jî nirxên pîroz ên Mislimanan binpê kirin. Em van êrîşên hovane yên li hember xwişk û birayên xwe yên Filistînî di meha Remezanê de şermezar dikin. Em bang li hemû Mislimanan dikin ku li hemberî zilma ku tê kirin bêdeng nemînin û bikevin nava tevgerê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst