Mehmet Emîn Kardaş: YPSê mafê nûnertiyê neda PDK-Tê

06-04-2023
RÛDAW
Nîşan PDK-T Mehmet Emîn Kardaş Partiya Çep a Kesk (YPS) Kurd Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serokê Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş têkildarî pêvajoya hilbijartinê daxuyaniyek da Rûdawê û got, Partiya Çep a Kesk (YPS) nexwest nûnertiya me hebe û kursiyên YPSê ji bo çepên Tirkan in.

Beriya sê rojan Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (BDP), Partiya Çep a Kesk, Partiya Azadî, Partiya Însan û Azadî (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD) li Amedê civiyan û ji bo hilbijartinên 14ê Gulana îsal tifaqek bi navê Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ava kirin.

Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (PDK-T) di wê tifaqa nû ya ji bo hilbijartinan de cih negirt.

Li ser wê yekê Serokê PDK-Tê Mehmet Emîn Kardaş ji Rûdawê re axivî û ragihand, Partiya Çep a Kesk (YPS) nexwest nûnertiya me hebe û kursiyên YPSê ji bo çepên Tirkan in.

Mehmet Emîn Kardaş amaje bi wê yekê kir ku di sala 2019an de PDK-T di tifaqa ligel HDPê re cih girt û tekez kir, mixabin gihîşt vê astê ku di 2023 de nûnertiya me nebe, ji ber wê jî me di tifaqa nû de cih negirt.

Mehmet Emîn Kardaş ji nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî re diyar kir, ji ber ku “Me ti daxwaz nekirin, wan jî tiştek ji me nepirsîn. Tenê me got, 5 salan carekê hilbijartin çêdibe li vî welatî û deng dengên kurdan e. Wexta ku em wek PDK-T nûnertiya xwe nebînin, em temsîl nebin, ne pêdivî ye ku em di vê platformê de hebin.”

Li ser prisa gelo we çend parlamenter û ji kîjan bajaran parlamenter xwestin, Kardaş destnîşan kir, “Me qet behsa hejmara parlamenteran û li kîjan bajaran bin nekir. Me tenê pirsî, em tên temsîlkirin, hûn dê mafê nûnertiyê bidin me? Ûwan jî got em nadin. Me jî got, wexta hûn nûnertiyê nadin me, ne hewce ye em têde bin. Me got, ev tifaq ne ya we tenê ye, di vê tifaqê de çepên tirk jî hene, xuya ye ku hûn dê çepên tirkan temsîl bikin û parlamenter bidin wan, lê nadin Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye. Em jî vê qebûl nakin. Ev rûmeta me dişkîne.”

Serokê PDK-Tê Mehmet Emîn Kardaş herwiha da xuyakirin, ku hevdîtinên wan bi endamên tifaqa nû re dê berdewam bin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst