Estonya hêzeke leşkerî li Hewlêrê bicih dike

06-04-2023
RÛDAW
Nîşan Estonya Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Estonyayê ragihand, vê mehê yekîneyên artêşa wî welatî di çarçoveya erka Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Hewlêrê têne bicihkirin, erka wê jî parastina bingehên serbazî, bersivdana bilez û parastina kesayetiyên pilebilind dibe.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Berevaniya Estonyayê dibêje, yekîneya wan ji 110 serbaz û endamên Berevaniya Estonyayê pêk tê, ser bi betalyoneke piyade û hêza operasyonên taybet ên wî welatî ve ye.

Li gor daxuyaniyê, ew hêz dê cihê hêzeke Holendî bigire û dê ji bo dema şeş mehan li Hewlêrê bimîne.

Serokerkanê Estonyayê General Martin Herem ragihand, beşdarîkirina yekîneya wan di operasyonên biyanî de, roleke bihêz di başkirina peywendiyên Estonyayê û şiyanên wê ji bo karkirina li gel Hevpeymanên wê de hebûye.

Biryar e ew yekîneya Estonyayê li bingeha Hevpeymanan li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bê bicihkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst