Efrîn: Polîsê serbazî 15 hezar dolar ji bo berdana 4 girtiyên Kurd xwest

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê Polîsê serbazî ser bi Tirkiye 15 hezar dolar li ser 4 girtiyên Kurd ferz kir daku bên azadkirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), li Efrînê Polîsê serbazî ser bi Tirkiye 15 hezar dolar li ser 4 girtiyên Kurd ferz kir da ku bên azadkirin, ku di 28ê Adara borî de dema ji navçeya Şehbayê derbasî Efrînê bûbûn û li ser xaleke kontrolê ya polîsê serbazî hatibûn girtin.

Ji aliyê xwe ve, grûpa Ehrar el-Şerqiye ser bi Tirkiye welatiyekî Kurd ji navçeya Raco ya Efrînê azad kirin, piştî keşkarên wî 11 hezar dolar fidye bo azadkirina wî dabûn wan.

Hevdem, li Efrînê polîsê serbazî ser bi Tirkiye 3 welatî bi tohmeta rojînebûnê girtin lê piştî 3 rojan bi dayîna 200 dolaran hatin azadkirin.